Komeleya danasîna pêjgeh û çanda Diyarbekirê hat vekirin

Yekem armanca komeleyê ew e ku li Diyarbekirê Pêşangeha Xwarinên Diyarbekir a Navneteweyî were lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji aliyê aşpêj, karsaz û mamosteyan ve Komeleya Danasîna Pêjgeh û Çanda Diyarbekirê hat damezairandin. Yekem armanca komeleyê ew e ku li Diyarbekirê Pêşangeha Xwarinên Diyarbekir a Navneteweyî were lidarxistin.

 Li Diyarbekirê bo pêşvebirina geşt û guzariyê gaveke girîng ji aliyê aşpêj, karsaz û mamosteyan ve hat avêtin. Di vê çarçoveyê de Komeleya Danasîna Pêjgeh û Çanda Diyarbekir hat damezirandin. Komele dixwaze xwarinên Diyarbekir ên hatine ji bîrkirin dîsa di pêjgehan de cih bigirin. Serokê Komeleya Danasîna Pêşgeh û Çanda Diyarbekir Alaaddîn Kiliç dide zanîn ku ew dixwazin di sala 2020ê de li Diyarbekirê di warê gastronomiyê gavên girîng biavêjin.

Alaaddîn Kiliç ji K24ê re wiha axivî: "Armanca me ya yekem ew e ku li Diyarbekirê Pêşangeha Gastronomiyê ango xwarinê ya navneteweyî lidar bixin û em ê 21 xwarinên Diyarbekir bidin pêşandan. Projeya me ya dûyem jî vekirina dibistana aşpêjiyê ya Diyarbekir e."

Rêveberên komeleyê bang dikin ku  hemû sazî û kompaniyên Diyarbekir bi awayeke xwebexş di danasîna Diyarbekirê de rol bilîzin. Rêveberê Komeleyê Mamsote Bulent Uçaman dibêje  Diyarbekir di qada navneteweyî de dikare bibe yek ji navendên girîng ên geşt û guzariyê.

Bulent Uçaman dibêje: "Bêguman ev gav ji bo Diyarbekirê girîng e. Kesên ku di warên xwe de pisporin dest avêtine vî karî. Ez bawer im dê sûdê bide geşt û guzariya Diyarbekirê jî"

Komeleya Danasîna Pêjgeh û Çanda Diyarbekirê amadekariyan dike ku di mehên havînê de bi rêzeçalakiyan xwarinên Diyarbekirê û rengên çanda Diyarbekirê bi geştiyarên ku serdana Diyarbekirê dikin bide nasîn û bi vê yeke Diyarbekirê di qada navneteweyî de bide nasîn.