Îran: Em dikarin ji Rêkeftina Atomî vekişin!

Peyvdarê Wezareta derve ya Îranê Ebbas Mûsewî ragihand, ku ger welatên Ewrûpayê sozên xwe bicîh neyênin, Komara Islamî ya Îranê bijaredya vekşîna ji Rêkeftina Atomî jî da ye pêş xwe

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta derve ya Îranê Ebbas Mûsewî ragihand, ku ger welatên Ewrûpayê sozên xwe bicîh neyênin, Komara Islamî ya Îranê bijaredya vekşîna ji Rêkeftina Atomî jî da ye pêş xwe.

Mûsewî diyarkir, ku civîna ku niha li paytexta Nemsa (Austria) Viyanayê ldar dikeve, pêngava dawîn a sebra Îranê ye. Di civînê de berpirs ji Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn û Îranê amade ne. Ligor Mûsewî encamên vê civînê, dê helwêst û sekna Îranê jî diyarde bikin.

Payvdarê Wezareta derve anî ziman, ku welatên beşdar soz dan e Îranê, ku alîkariyê bikin, ji bo dorpêçên Amerika lawaz bimîn in. Lê, ger van sozên xwe bicîh neyênin, vekşîna ji Rêkeftina Atomî wekî bijardeyek Îranê ye.

Ligor Mûsewî, sebra Îranê nema ye û encamên Civîna Viyana ji bo Îranê gelek girîng in.

 

 

C.B