Amerîka daxwaz ji Almanya dike hêzê bişîne Sûriyê

Şanderê Amerîka ji bo dosya Sûriyê û Hevpeymaniya Navdewletî James Jeffery ragihand, wan daxwaz ji Almanya kiriye hêzeke bijayî bişîne Sûriyê ji bo piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Amerîka ji bo dosya Sûriyê û Hevpeymaniya Navdewletî James Jeffery ragihand, wan daxwaz ji Almanya kiriye hêzeke bijayî bişîne Sûriyê ji bo piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bike.

James Jeffery ji ajanseke Almanî re ragihand, wan daxwazek ji Almanya kiriye hêzeke bijayî bişîne Sûriyê û şûna leşkerên Amerîkî bigire û tê çaverêkirin ta dawiyê vê mehê bersivekê ji Almanya werbigirin.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berçileya 2018an de behsa planên vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiribû, ku hejmara wan dora 2 hezar leşker in, lê piştre gotibû ewê 400 leşkerî li Rojavayê Kurdistanê bihêle.

Ji wê demê ve, Amerîka daxwaz piştevaniya zêdetir ji hevpeymên xwe di Hevpeyamiya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dike.

Almanya di Hevpeymaniya Navdewletî de ye, lê ti hêzên wê li hundirê Sûriyê nîn in, tenê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi erkê rahênankirina hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê radibû.  

 

S. B