Yekem care qeymeqamek fêrî zimanê Kurdî dibe

Li Bakurê Kurdistanê cara yekem qeymeqamekî biryar da ye û ragihandiye ku dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiri ye. Îsmaîl Pendîk ê Qeymeqamê navçeya Elkê ya Şirnexê fêrî zimanê Kurdî dibe. Qeymeqam Îsmaîl Pendîk amaje dike ku ew dixwaze bi xelkê Elkê re bi zimanê Kurdî biaxife û ji bo vê yeke her ku diçe Kurdiya xwe pêş dixe

K24-Amed

Li Bakurê Kurdistanê cara yekem qeymeqamekî biryar da ye û ragihandiye ku dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiri ye. Îsmaîl Pendîk ê Qeymeqamê navçeya Elkê ya Şirnexê fêrî zimanê Kurdî dibe. Qeymeqam Îsmaîl Pendîk amaje dike ku ew dixwaze bi xelkê Elkê re bi zimanê Kurdî biaxife û ji bo vê yeke her ku diçe Kurdiya xwe pêş dixe. Li ser vê gava Qeymeqamê Elkê jî Platforma Zimanê Kurdî jî bi daxuyaniyekê hewla qeymeqam wek gaveke erênî pêşwazî kir. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî anî zimên ku gava wiha girîng in û ew piştgiriya vê hewlê dikin.

Şerefxan Cizîrî- verdevkê Platforma Zimanê Kurdî-, got:"Me bi daxuyaniyekê bo Qeymeqamê Elkê ku dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kirî ye daxwaza serkeftinê kir. Em ji dil in. Em dixwazin hemu rayedar fêrî Kurdî bibin. Bi ya min dewleta Tirk divê bi Kurdan re li hev bike û rayedar jî fêrî zimanê Kurdî bibin."

Derbarê fêrbûna Zimanê Kurdî ya Qeymeqamê Elkê Îsmaîl Pendîk de bang tê kirin ku qada fêrbûna zimanê Kurdî were berfirehkirin. Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Sedat Dogan dibêje hewla Qeyemaqamê Elkê baş e û ew çaverê ne di perwerdeya zimanê Kurdî de jî gav werin avêtin.

Sedat Dogan- Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir- dibêje:"Bila Qeymeqamê Elkê kampanyayekê veke ku kreş werin vekirin û zarokên Kurdan di wan kreşan de bi zimanê Kurdî perwerdeyê bibînin wê demê dê keyfa xelkê jî bêhtir were.. Bila Kurd ji destpêka perwerdeyê heta dawiyê bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin."

Qeyemeqamê Elkê Îsamîl Pendîk 10 meh berê wek qeymeqam li Elkê dest bi kar kiri ye û amaje dike ku wî ferq kirî ye dema ew bi xelkê Elkê re bi Kurdî diaxife xelk bêhtir bi germî peşwaziya wî dike û dibêje divê li zimanê Kurdî xwedî were derketin.