Rêûresma salvegera jenosaydkirina Êzidiyan li Duhokê birêve diçe

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nûnerên hikûmeta Iraqê û welatên dever û Netewên Yekgirtî rêûresma salvegera jenosaydkirina Êzidiyan li Duhokê birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nûnerên hikûmeta Iraqê û welatên dever û Netewên Yekgirtî rêûresma salvegera jenosaydkirina Êzidiyan li Duhokê birêve diçe.

Di rêûresmê de Nûnera Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, pêwîst e di vê demê de behsa çawaniya çareserkirina pirsgirêkan bikin, ne behsa bûyerê.

Got jî: “Xelkê Êzidî ji min re got, aliyên Iraqê em piştguh kirine û dipirsin çima heta niha îdareyeke xwecihî ya Şingalê nîn e.”

Nûnera Netewên Yekgirtî li Iraqê ragihand, pêwîst e hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê hewla xweşguzarî avedankirina qezaya Şingalê bidin.

Her di wê rêûresmê de, Serokê Herêma Kurdistanê, Parêzgarê Duhokê û Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan gotar pêşkêş kirin û amaje bi ziyan û çawaniya qerebûkirina Êzidiyan kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de got: Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyanê dimîne û têdigihin azarên Êzidiyan.

Diyar kir jî,

Diyar kir jî, Bi Bexdayê re kar li ser parêzkirina qezaya Şingalê didin. Herwiha pêwîst e hikûmeta Iraqê ji budceya sala bê dahatûyeke girîng taybet bi avedankirin Şengalê bide ji bo vegera Êzidiyan ser mal û milkên xwe.

Roja 3 Tebaxa 2014an ji ber valahiya leşkerî ya artêşa Iraqê, teroristên DAIŞê karîn êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê bikin û Kurdên êzîdî jenosîd bikin û bi hezaran jin, zarokên û mêrên Êzidî komkuj kirin, bi hezaran kes revandin, bi deh hezaran kes jî dan koçberkirin.

Duhî jî Perlemana Kurdistanê roja 3ê Tebaxê wek Roja Jenosydkirina Êzidiyan bi koma 87 dengan pesend kir.

 

 

 

 

S. B