Hevpeymaniya Avakirinê, Serokomarê Iraqê bi binpêkirina Destûrê tometbar dike

Hevpeymaniya Avakirinê bersiva Serokomarê Iraqê dide û bi binpêkirina destûrê tometbar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Avakirinê bersiva Serokomarê Iraqê dide û bi binpêkirina destûrê tometbar dike.

Piştî ku Serokomarê Iraqê razî nebû kandîdê Hevpeymaniya Avakirinê Es'ed 'Îdanî bo pêkanîna hikûmeta nû rabispêre. Di beyannameyekê de ragihand , ew rijd in liser pêşkêşkirina kandîdê xwe bo pêkanîna hikûmeta nû û ragihandin, redkirin a kandîdê wan ji aliyê Serokomar ve, binpêkirin a destûrî ye û jiber ku ew xwedî mezintrîn kûtle ne.

Her di wê daxuyaniyê de, Hevpeymaniya Avakirinê, Serokomarê Iraqê bi dem kuştin û binpêkirina destûrê tometbar dike û daxwaz dike, lêpirsîn ligel wî were kirin.

 

 

 

C.B