Bûyerên erênî û neyînî yên di 2019an de rastî Kurd hatine

Di sala 2019an de Kurd di rewşên krîtîk re derbas bûn.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Di sala 2019an de Kurd di rewşên krîtîk re derbas bûn, di hilbijartinên 31ê Adarê de di metrepolên Tirkiyeyê de ên ku bi ser ketin bi piştgiriya Kurdan bi ser ketin, di êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê de jî bi dîplomasiya rêveberiya Kurdistanê di qada navneteweyî de Kurd bûn mijarek sereke.

Sala 2019an ji bo Kurdan di nava xwe de gelek buyerên krîtîk û dîrokî dihewîne ku di qada serbazî de jî û di qada siyasetê de jî Kurd ji qonaxên girîng derbas bûn. Di 31ê Adarê de li Tirkiyeyê hilbijartinên şaredariyan hatin li darxistin û desthilata 17 salî ya Tirkiyeyê Ak Partî bajarê ku ji bo wê herî girîng Stenbol bi helwesta Kurdan ji dest da. Ak Partiyê di dema desthilatdariya xwe de cara yekem bû li Stenbolê winda kir. Akademîsyenê Zankoya Dîcle Vahap Coşkûn amaje dike ku vê rewşê girîngiya Kurdan bi awayeke ciddî da nîşan.

Akademîsyenê Zankoya Dîcle Vahap Coşkûn ji K24ê re got: "Di hilbijartinan de her dem desthilatdarî li bajarên mezin bi ser diket, lê Ak Partiyê ji berk u piştgiriya Kurdan nestand; partiyên opozîsyonê bi ser ketin. Vê yekê da nîşan ku Kurd piştgiriya kîjan alî bikin ew alî li Tirkiyeyê desthilatdariyê bi dest dixe. Qiymeta denge Kurdan derket holê."

Yek ji bûyerên ku bo Kurdan girîng û stratejîk ew bû ku di 9ê Cotmehê êrîşek li ser Rojavayê Kurdistanê hat kirin. Nivîskar û lêkolîner  balê dikêşin ku êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê statuya Kurdan xist xetereyê û metirsiya guherîna demografiye derxist holê. Nivîskar û lêkolîner Seîd Veroj amaje dike ku her çiqas êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê yek ji buyerên herî balkêş ên girîng be jî avakirina hikumeta Başurê Kurdistanê jî buyera herî erênî ya sala 2019an bû.

Nivîskar Seîd Veroj dibêje: "Bi ya min ji bo Kurdan tişta herî girîng û baş ew bu ku piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ambargoyek herêmî û navneteweyî hat sepandin û demeke dirêj hıkumeta Kurdistanê nehat avakirin lê Başurê Kurdistanê karî hikumetê ava bike û ambargoyê jî bişkîne. Îro jî rêveberiya meşru ya Kurdan a berçav jî ku di deste Kurdan de maye rêveberiya Başurê Kurdistanê ye."

Nivîskar û akademîsyenên Kurd hişyariyê didin ku girîngiya dengên Kurdan li Tirkiyeyê Kurdan dike yek ji mijarên sereke, êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê Kurdan di qada navneteweyî de kiriye rojev. Di vê çarçoveyê de hêza dîplomatîk a hikumeta Herêma Kurdistanê di sala 2020an de dikare pirgirêkên Kurdan bo çareseriyê bikêşe ser maseya dîplomasiyê.