Davutoglu: Helebçe navê êşekê nayê jibîrkirin e

Serokê Partiya Pêşerojê (Gelevek Partisi) û Serokwezîrê berê yê Tirkiye Ahmet Davutoglu, liser account a xwe liser jenosayda Helebçe nivîsî

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Pêşerojê (Gelevek Partisi) û Serokwezîrê berê yê Tirkiye Ahmet Davutoglu, liser account a xwe liser jenosayda Helebçe nivîsî.

Di twitt a xwe de davutoglu dinivîse: “Helebçe navê êşekê nayê jibîrkirin e. Bêyî ku bizanin çekên kîmyewî ye, zarokên ku ber bi bêhna sêvê dibeziyan û termên mirî yên xwişk û brayên me yên Kurd, gava diponijim, dilê min dişewite. Duhî li Iraqê, îro li Sûriye, qurbaniyên çekên kimyewî bi rehmet bibîr tînim”…

Serokwezîrê berê yê Tirkiye Ahmet Davutoglu, di dawiya sala berê de bi navê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) partiyek nû ava kir û ji Partiya desthilat AK Parti veqetiya.

 

 

C.B