RAWEST: %73 ji welatiyan di nava metirsiyê de ne

Saziya lekolînê RAWESTê derbarê Vîrusa Koronayê de li Bakurê Kurdistanê rapirsiyek kir.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Saziya lekolînê RAWESTê derbarê Vîrusa Koronayê de li Bakurê Kurdistanê li 4 bajarên wek Diyarbekir, Wan, Mêrdîn û Rihayê rapirsiyek li dar xist. Li gorî rapirsiyê %73yê welatiyan ji ber vîrusa koronayê di nav metirsiyê de ne.

Li Bakurê Kurdistanê yekem rapirsiya derbarê Vîrusa Koronayê de  ji aliyê saziya lêkolînê RAWESTê ve hat li darxistin di navbera 18 û 21ê Adarê de li bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Wan û Rihayê hat li darxistin. Rapirsî bi 738 welatiyan re hatiye kirin û %73yê welatiyan ji ber vîrusa koronayê di nava metirsiyê de ne. Bo performansa dewletê û politikaya hikumeta Tirkiyeyê ya hember vîrusa koronayê jî Gerînendeyê Rawestê Roj Esîr Gîrasun dibêje xelk ji parvekirina agahiyan ne bi bawer e.

Gerînendeyê RAWESTÊ Roj Esîr Gîrasûn ji K24ê re got: “Dema em ji xelkê dibirsin ku hun performansa Wezîrê Saxlemiyê çawa dibînin, %45ê dengdêrên HDPê jî tê de xelk baweriyê bi wezîr tîne. Lê dema em dipirsin ku hun ji agahdarkirina dewletê memnun in an na? Dengdêrên Ak Partiyê jî tê de xelk baweriyê bi dewletê nayne.”

Derbarê hişmendiya xweparastinê de jî %81ê welatiyan dibêjin ew ji berê zêdetir dest xwe dişun, %49ê welatiyan dibêjin ew kêm derdikevin derve, %31ê welatiyan qet dernakevin derve û %16 welatiyan jî dibêjin berê çawa bin niha jî welê ne. Rêveberê RAWESTê Reha Rûhavîoglû dibêje li gorî berê hişmendî ne di asteke gelek baş de ye lê guherînek erênî jî rû dide.

Rêveberê RAWESTê Reha Rûhavîoglû dibêje: “Ji 4 kesan 1 kesî de tirs û xofa vîrusa koronayê peyda bûye.Ev yek jî bandorê li wan dike ku  Xelk êdî bergiriyên xwe distînin, hay ji sosyal îzolasyonê dimînin. Ji hev dûr dibin. Hevdû hembêz nakin, hevdû maç nakin. Xelk di wê metirsiyê de ye ku ev rewş dê zêdetir bibe.”

Lêkolîner amaje dikin qedexeya derketna derve ya bo kesên ji 65 salî mezintir bandoreke neyînî li ser ciwanan kiriye ku ciwan dibêjin ev nexweşî, nexweşiya îxtiyaran e û tiştek bi me nayê. Ji ber vê yekê jî amadekarên rapirsiyê di wê baweriyê de ne k udi rojên nêzîk de dê qedexeya derketina derve ya giştî bêhtir were axaftin.