Li rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 58 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 3 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 58 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 3 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 3 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan mêrek li Qamişlo û 2 jin û mêrekî li Hesekê ne.  

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 41 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin. Ew 31 mêr û 27 jin in.

Haletên hatine tomarkirin: 19 kes li Hesekê, 8 kes li Dirbêsiyê, 7 kes li Dêrikê, 3 kes li Girkê Legê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Kobaniyê, 8 kes li Reqayê, 1 kes li Tebqa û 8 kes li Şehbayê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1209 kesan, ji wan 55 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 16 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 350 kesan.