Çalakvanên Efrînê: Cendirmeyên Tirkiyê zarokekî li ser sînor dikujin

Cendirmeyên Tirkiyê li ser sînorê rojava û bakurê Kurdistanê, ciwanekî Efrînî yê 16 salî bi guleyan kuşt.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakvanên Efrînê ragihandin, cendirmeyên Tirkiyê li ser sînorê rojava û bakurê Kurdistanê, ciwanekî Efrînî yê 16 salî bi guleyan kuşt.

Hesen Cume Hemed ciwanekî 16 salî ji bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve ye. Duhî dema ligel malbata xwe hewl didan di riya gundê Hemamê re xwe bigihînin Tirkiyê, cendirmeyan gule bi ser wan de barandin.

Çalakvanên Efrînê belav kirin, guleyek li Hesen Cume Hemed ket û canê xwe ji dest da.

Ev ne cara yekem e xelkê Efrînê li ser sînor tên kuştin. Meha bûrî jî zarokê Efrînî yê 14 salî Xelîl Nihad Şêxo dema ligel hejmarek kes hewl dida sînor bibre û derbasî bakurê Kurdistanê bibe, cendirmeyên Tirkiyê teqe lê kirin û kuştin.