Comerd Hemdûş: Aliyên navdewletî binpêkirinên li Efrînê paşguh dikin

"Ji ber ku li Efrînê petrol tine û ne cihekî stratejîk e, aliyên navdewletî rê li ber Tirkan nagirin"
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Çalakvan Comerd Hemdûş li ser hebûna zêdetirî 20 girtîgehên nehênî û binpêkirinên li Efrînê diyar kir; aliyên navdewletî bi xwe jî birastî dizanin çi bi serê xelkê Efrînê de tê, lê ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî meseleya Efrînê paşguh kirine.

Comerd Hemdûş ji bajarê Hannoverê yê Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser hebûna zêdetirî 20 girtîgehên nehênî û binpêkirinên li Efrînê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li Efrînê zêdetirî 20 girtîgehên nehênî yên grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin hene, tê de welatiyên Kurd ên hatine revandin, tên îşkencekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê di raportekê de diyar kiriye, li Efrînê hejmarek ji girtîgehên nehênî yên grûpên çekdaran hene ku ti serweriya yasayan û dadweriyê lê nînin. Di wan girtîgehan de, welatiyên Kurd yên tên revandin, li ser destê wan çekdaran rastî îşkenceyên hovane û kuştinê tên.

Li ser vê mijarê Çalakvan Comerd Hemdûş diyar kir: “Ji destpêka ku Tirk ketine Efrînê û Efrîn dagir kirine, heta niha ev çend rêxistinên mafên mirovan li rojavayê Kurdistanê, bi taybetî ev rêxistina mafên mirovan a li Efrînê, raportan berdewam çêdike û digihîne aliyên navdewletî, binpêkirinên li Efrînê têne kirin bi belge dike.”

Comerd Hemdûş destnîşan kir: “Aliyên navdewletî bi xwe jî birastî dizanin çi bi serê xelkê Efrînê de tê, ev komên çekdar, komên diz ku bi ser Tirkiyê ve ne, çi bi ser Kurdên Efrînê û bajêr de tînin, lê aliyên navdewletî ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî meseleya Efrînê paşguh kirine, niha Efrîn danîne aliyekî, lê tevî ku zanin û car carinan jî raporan derdixin, lê raporên sivik derdixin.”

Hemdûş eşkere kir: “Tevî ku raporên sivik derdixin, Tirkiye ji ber wê, tirs dikeve dilê wan, ji ber vê car caran komîteyan çêdikin li Efrînê, yan fermandarên komên çekdar erkdar dikin ku hinekî zilmê li ser xelkê Efrînê kêm bikin. Tevî ku kêm nabe jî, lê li pêş ragihandinê dibêjin zilm û zordarî li Kurdan nayê kirin, binpêkirin hatine sînordarkirin, binpêkirinên têne kirin, bûyerên tekane ne, ne bi awayekî rêk û pêk e li dijî gelê Kurd. Lê bi xwe tiştê rastî li Efrînê li erdê tê kirin, eşkere û xuya ye ku gelê Kurd tê de armanckirî ye.”

Li ser pirsa "Gelo çima raya giştî ya cîhanê di vê babetê de bêdeng e?", Comerd Hemdûş diyar kir: “Berjewendiyên her welatekî ku di krîza Sûriyê de beşdar e, çi Amerîka be, çi Rûs be, çi Tirk be, Îran bi xwe be, rejîma Sûriyê bi xwe jî, niha li cem van welatan, Efrîn ne di nav kaxezê wan de ye ku li ser mesela Efrînê li hember Tirkan bisekinin. Ji ber ku ketina Efrînê bi destê Tirkiyê de bi xwe rêkeftinek bû.”

Li ser sedema girîngînedana dewletên weke Amerîka û Rûsyayê bo Efrînê, diyar kir: “Li Efrînê petrol tine, ne cihekî stratejîk e ji Amerîka yan ji Rûyayê re, ku li wê derê stratejî bikin û rê li ber Tirkan an aliyekî din bigrin.”