Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nadya Murad kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir, hewl berdewam in ji bo çareserkirina pirsgirêkên Êzidiyan û Şingalê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li çalakvana Êzidî û rizgarbûyê destê DAIŞê Nadya Murad kir û tekez kir, hewl berdewam in ji bo çareserkirina pirsgirêkên Êzidiyan û Şingalê.

Li gor daxuyaniyeke malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Serok Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku li ser hewlên xwe berdewam dibin û kar dikin ji bo ku kêşeyên Êzdiyan û navçeya Şingalê bên çareserkirin û li vî warî de li gel aliyên peywendîdarên Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî hemû hevkarî û hemahengiyekî pêwîst dikin.

Di hevdîtina li gel xanima Nadya Murad Çalakvana Êzdî û rizgarbûyê ji destê DAIŞê ku îro çarşem 03.02.2021 li Hewlêrê birêve çû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê hewlên xanima Nadya yên bi navê xizmetkirina Êzdiyan bilind nirxand û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo piştgîrîkirina her kar û projeyekî ji bo xizmetkirina Êzdiyan derbirî.

Ji aliyê xwe ve xanima Nadya Murad spas û pêzanînên xwe pêşkêşî hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo berev pêşvebirina dosyeya Êzdiyan û xizmetkirina wan kir. Her wiha her du alî pirsa vegerandina komek termên qurbaniyên Êzdî yên ji bo gundê Koço û rêkeftina Şingalê û çend babeteke dinê di derbarê bi karubarê Êzdiyan guftûgo kirin.