ENKS: Gelê kurd li Sûriyê di rewşeke xirap de Newrozê dike

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala kurdî peyameke belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala kurdî peyameke belav kir û tê de ragihand, di rewşa niha de, êş û azara xelkê Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî du caran zêde ye, ji ber ku ew herêm rastî tawan û binpêkirinên mirovî tên, demografiya wan herêman tê guhartin û hebûna kurdan li wan herêman tê armanckirin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di peyama xwe de ragihand; “Gelê kurd li Sûriyê îsal Newrozê pîroz dike û ew mîna hemû xelkê Sûriyê, ji encama siyaseta rêjîma Sûriyê ya ku bijardeya leşkerî hilbijartiye û daxwazên gel û vîna navdewletî piştguh kiriye, di rewşeke xirap de dijî. Ji ber wê Kurdan bi awayekî xwezayî xwe beşek ji şoreşa Sûriyê dîtin, bi armanca bidawîkirina zordariyê û cibicîkirina azadî û rûmetê.”

ENKSê di peyama xwe de diyar kir, ENKSê jî rola xwe di nava opozîsyona niştimanî ya Sûrî de girt û kar ligel hêzên din opozîsyonê li gor pêvajoya Cenêvê ya bi serperiştiya Netewên Yekgirtî û biryara navdewletî 2254 dike.

Di beşeke din a peyamê de hat: “Di vê rewşa niha de, êş û azara xelkê me yê li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî du caran zêde ye, ji ber ku ew herêm rastî tawan û binpêkirinên mirovî tên, demografiya wan herêman tê guhartin û hebûna kurdan li wan herêman tê armanckirin. Tevî ku ew tawan û binpêkirin ji aliyê rêxistin û saziyên mirovî û yasayî tên şermezarkirin, lê heta niha karvedana navdewletî xemsar e, ji ber wê ENKS wan binpêkirinan şermezar dike û bang li civaka navdewletî û welatên pêwendîdar dike, wan binpêkirina rawestînin, grûpên çekdaran ji gund û bajaran derxînin, koçberan vegerînin ser mal û milkên wan û rêbeveriya wan herêman radestî xelkê wê yê resen bikin.”

Herwiha tekez dike, ENKS ji dema damezirandina wê ve kar ji bo yekrêziya kurdî dike û di wê derbarê de rêkeftinên Hewlêr û Duhokê yên bi serperiştiya Serok Barzanî hatin îmzekirin. Niha jî bi serperiştiya Amerîka bi PYNKê re ji bo yekrêziyê danûstandinan dike, ji bo bigihin rêkeftineke kurdî û hevpariyeke rasteqîne, ji bo mafên netewî yên gelê kurd bêne misogerkirin.