Cenazeyê dîroknas Kemal Mezher gihişte Hewlêrê

Li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li cenazeyê nivîskar û dîroknasê Kurd Dr. Kemal Mezher hat kirin, ku îşev ji Almanyayê bo Herêma Kurdistanê hat veguhestin.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan Hemeyê Heme Seîd, hejmarek ji rayedaran û malbata wî, li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li cenazeyê nivîskar û dîroknasê Kurd Dr. Kemal Mezher kirin, ku îşev ji Almanyayê bo Herêma Kurdistanê hat veguhestin.

Biryar e sibe roja çarşemê 24ê Adara 2021ê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê, di merasîmeke taybet û şayeste de pêşwaziya fermî li cenazeyê nivîskar û dîroknas Dr. Kemal Mezher bikin û piştre ber bi bajarê Silêmaniyê, bo cihê dawî ya aramgeha wî ya li Girê Seywan bi rê bikin.

Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed, dîroknasê navdar ê Kurd, roja 16ê Adara 2021ê, li nexweşxaneyeke bajarê Bonnê yê Almanyayê koça dawî kiribû.