30 sal di ser biryara (688) a Netewên Yekgirtî û damezirandina herêma aram re derbas dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berî 30 salî û biryara 688 a Encûmena Asayişa Navdewletî, herêma aram û dijefirînê li Başûrê Kurdistanê hat ragihandin, bi wê yekê re jî kurd ji êrîşên rêjîma Beis a Iraqê ya rûxandî hat parastin.
Piştî bi dawîbûna şerê Kendavê yê duyem di sala 1991an de, Amerîka û Brîtanyaya di her du salên 1991 û 1992an de li Îraqê herêma aram ragihandin û weke herêma dijî firokeyan li bakur û başûrê Îraqê hate nasîn û ev jî ji bo parastina Kurd û Şîayan ji zulma Bexdayê.
Her çend her yek ji Rûsya û Çînê li dijî biryara hejmara 688 a Encûmena Asayişa Navdewletî bû, lê piştî birgeyek lê hate zêdekirin ku tê de hat: “Nabe bi ti awayekî destêwerdana di karûbarên Iraqê yên navxweyî were kirin” wan nermî li hember vê biryarê dan xuyakirin.
Fransa di destpêka Nîsana 1991an de projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir û tê de daxwaz kir ku komkujiya Iraqê ya li dijî gelê kurd şermezar bike ku ji ber di dema şerê kendavê de serî hilda û gelê kurd dest bi raperînê kir. Ev yek bû sedema ku di 5ê heman mehê de biryara 688 ji aliyê Encumena Asayişa Navdewletî ve were derxist û tê de bang li Iraqê hate kirin ku dest ji kuştina kurdan berde û rêzê li mafên mirovan bigirin. Daxwaz jî ji sazî û rêxistinên hawarçûnê yên Neteweyên Yekgirtî kir ku alîkariya koçberan bikin ku ji ber zilma rejîmê nêzî milyonek kurdên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Îranê û Tirkiyeyê û koçber bûn.
Herwiha daxwaz ji Iraqê kir rê bide sazî û rêxistinên mirovî yên Neteweyên Yekgirtî bi azadiyeke temam alîkariyan bigihin her cihekî ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hebe.
Piştî biryar ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî hat derxistin, her yek ji Fransa, Brîtanya û Amerîka di navbera 17 û 23 Nîsana 1991an de bi hêzê herêma aram bi kûrahiya 15 kîlometran li Başûrê Kurdistanê ji sînorê Tirkiyê ve û li geliyê çemê Dicle jî bi kûrahiya 40 kîlometran û dirêjahiya 60 kîlometran ragihand ku dike 2400 kîlometran çargoşe. Herwiha firînên Iraqê yên li wê herêmê ji xeta 36. a Bakura ve hatin qedexekirin û çavdêriya wê herêma dijefirînê ji binkeya leşkerî ya Incirlîkê ve hate kirin.