Baroya Colemêrgê: Em ê biçin cihê ku 2 sivîl hatin birîndarkirin

Li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê leşkerên Tirkiyê du roj berê teqe li du sivîlan kiribûn û li ser vê bûyerê, Baroya Colemêrgê ji K24ê re ragihand ku ji bo lêkolînê ew ê biçin cihê bûyerê.

Colemêrg (K24) – Li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê leşkerên Tirkiyê du roj berê teqe li du sivîlan kiribûn û li ser vê bûyerê Baroya Colemêrgê ji K24ê re ragihand ku ji bo lêkolînê ew ê biçin cihê bûyerê.

Li navçeya Rûbarok a Colemergê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê, du roj berê leşkerên Tirkiyê teqe li Şahap Şendol ê 23 salî û Celîl Ekîncî yê 17 salî kirine û di encama wê teqeyê de ew herdû birîndar kirine.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, serbazan li ser xeta sînor gule berdane şivan Şahap Şendol ê li heywanên xwe yên windabûyî digeriya û Celîl Ekîncî yê bazirganiya cixareyan dike.

Hat diyarkirin ku leşkerên Tirkiyê bêyî ku hişyariya “raweste” bike, herdu kes birîndar kirine. Welatî û xizmên birîndaran ên hatin cihê bûyerê, her du kes rakirine nexweşxaneyeke Herêma Kurdistanê.

Şahap Şendol ku ji destê xwe birîndar bû ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û dermankirina Celîl Ekîncî ku ji zikê xwe birîndar bû, hîna dewam dike.

Li ser vê bûyerê Serokê Baroya Colemêrgê Ergîn Canan ji K24ê re ragihand: “Em ê ji bo zelalkirina bûyerê biçin navçeya Rûbarokê. Piştî ku em bi malbat û rayedarên li navçeyê hevdîtinan bikin, em ê daxuyaniyekê bidin.”

Ergîn Canan herwiha eşkere kir ku malbatên birîndaran bi Parêzgariya Colemêrgê re axivîne û daxwaz kirine ku bi rêya Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê zarokên wan werin vegerandin.