Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê projeya bazarkirina genim li Silêmaniyê datîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kevirê binyadê yê sayloya Silêmaniyê û projeya bazarkirina genimê cotkaran li parêzgeha Silêmaniyê datîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê projeya bazarkirina genimê cotkaran li parêzgeha Silêmaniyê datîne.

Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro 23/05/2021ê kevirê binyadê yê sayloya Silêmaniyê û projeya bazarkirina genimê cotkaran li parêzgeha Silêmaniyê datîne.

Proje ji çêkirina sîloyeke nûjen, hilanîn û hilberîna xwarakê, bazarkirina genim û dirustkirina berhemên xwarinê bi teknolojiya herî nûjen û li gorî pîvanên cîhanî pêk tê. Ev proje dê bi bêtirî 122 milliyon Dolaran bê bicihanîn.