Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Heyva Sor a Îmaratî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 25ê Gulana 2021ê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Desteya Heyva Sor a Îmaratî Mihemed El Felahî û şanda ligel wî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 25ê Gulana 2021ê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Desteya Heyva Sor a Îmaratî Mihemed El Felahî û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed El Zahirî jî amade bû, şanda mêvan silav û rêzên Cînişînê Ebû Zebî Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re gihand û amaje bi girîngiya pêşveçûna pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê kir di hemû waran de, herwiha tekez jî kir ku Îmarat dê berdewam bibe di alîkarîkirina aware û penaberên li Herêma Kurdistanê de, bi taybetî di mijara dabînkirina vaksîna Koronayê de ji bo kampan.

Şanda Îmaratî herwiha kêfxweşiya xwe ji ber hebûna hemahengiya ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nîşan da, ku çendîn bername û projeyên xêrxwaziyê ku bi hev re encam didin, dê bidomînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo hevkarîkirina dewleta Îmarat û bi taybetî Heyva Sor a Îmaratî nîşan da û daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên ligel Îmaratê, car din anî ziman.