Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê asoyeke nû li pêş gelê Kurd vekir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 45 salvegera Şoreşa Gilanê, pîrozbahiyan arastî gelê Kurdistanê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vê boneyê peyamek belav kir û tê de hat:
“Bi boneya 45 saliya Şoreşa Gulanê, pîrozbahiyên xwe arasteyî gelê Kurdistanê û cenabê Serok Barzanî û serkirdatiya PDKê û Pêşmergeyên qehreman dikim.
Em bi rêz û pêzanîneke mezin bîranîna şehîdê rêber Îdrîs Barzanî, hemû şehîd, têkoşer û beşdarên Şoreşa Gulanê dikin.”
Şoreşa Gulanê ku berdewamiya Şoreşa Mezin a Îlonê bû, mija bêhêviyê lada û asoyeke nû li pêş gelê Kurd vekir ku bi xweragirî û vîneke xurt têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa domand.
Di bîranîna Şoreşa Gulan de em tekeziyê li ser pêşvebirina kar ji bo yekrêzî û tebahiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikin ku hevxebat û karê bi hev re û tebahiya hêz û aliyên Kurdistanî bûne hokar û bingeha damezrandina bereya Kurdistanî û encama serkeftina Raperîna Adara sala 1991ê ku ew yek ji destkeftên giring û bi rûmet ên şoreşa Gulanê ye.
Bilind û pîroz be salvegera Şoreşa Gulanê. Aştî ji giyanên pak ên şehîdên Kurdistanê re.”