Villarreal bo cara yekem bû qehremana UEFA Europa League

Şeva borî li bajarê Gdansk ê Polondayê yariya fînala UEFA Europa League di navbera tîma Ispanî Villarreal û tîma Îngilîzî Man United li dar ket.
Villarreal
Villarreal

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Villarreal a Ispanî şeva borî bi lêdana Penaltyan (11-10) bi ser tîma Manchester United ket û ji bo cara yekem bû qehremana UEFA Europa League.

Şeva borî li Stadion Energa a bajarê Gdansk ê Polondayê yariya fînala UEFA Europa League di navbera tîma Ispanî Villarreal û tîma Îngilîzî Man United li dar ket.

Destpêkê, stêrkê Spanî Gerard Moreno di xileka 29'an de bi gola Villarreal tomar kir, piştre êrişkarê Uruguayanî Edinson Cavanî di xuleka 55'an de bersiv da û wek hev bûn.

Piştî yeksanbûnê, her du tîm çûn lêdana Penaltyê û Villarreal bi encama 11-10 bi ser MAN United ket û ji bo cara yekem bû qehremanê UEFA Europa League.

Villarreal bi vê serkeftina mezin, deyndarê golkarê xwe yê Argentînî Geronimo Rowley ye, ku piştî hemû lîstikvan lêdanên xwe avêtin, wî gola tomar kir û lêdana golkarê MAN United David de Gea girt û bû sedema serkeftinê.