Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

Di hevdîtinê de guherîn û pêşhateyên herî dawî yên Iraq û Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Gulana 2021ê pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan yên li Iraq û Sûriyê General Richard Bell kir.

Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amade bû, guherîn û pêşhateyên herî dawî yên Iraq û Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan yên li Iraq û Sûriyê tevî pesndana qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî li Wezareta Pêşmerge bilind nirxand, herwiha tekezî li girîngiya berdewambûna hevkarî û alîkariya Pêşmerge û hevahengiya ewlehiyê ya ligel artêşa Iraqê kir ji bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê. Ji vî alî ve xebata navendên hevahengiya ewlehiyê ya hevbeş li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê weke gaveke erênî bi nav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgirî û hevkariya hêzên Hevpeymanan kir û tekez kir ku ji bo têkbirina DAIŞ û terorê bi giştî, divê sedema û faktorên serîhildana terorê ji holê werin rakirin. Herwiha amaje bi girîngiya pesendkirina projeyasaya Dadgeha Tawankarî ya Taybet bi Tawanên DAIŞê kir ji aliyê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ve, bi wê hêviyê ku bibe gavek ber bi arasteya cezakirina terorîstên DAIŞê û pêkanîna dadperwerî û qerebûkirina qurbaniyan.