Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im YNKê li ser piştgîrîkirina karnameya hikûmetê berdewam be

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîroz kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîroz kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Tiwittera xwe nivîsî: “Ez salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li hemû xebatkar û têkoşerên ku di nav refên YNK'ê de ji bo mafên gelê me xebatên xwe domandine pîroz dikim.”

Heriwha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im YNK weke partiyeke mezin û hevpeyman di hikûmetê de, li ser piştgîrîkirina karnameya me ya hevbeş ji bo zêdetir xizmetkirina gelê me berdewam be.”