Li Tirkiyê partiyên nû behsa tifaqa sêyemîn dikin

Li ser hilbijartina pêşwext nîqaş û polemîk gur dibin.

Enqere (K24) - Li Tirkiyê li ser hilbijartina pêşwext nîqaş û polemîk gur dibin. Partiyên mixalefetê her tim banga hilbijartina pêşwext tînin rojevê. Lê banga mixalefetê ji aliyê partiya desthilatdar û şirîkê wê ve tê redkirin. Her wiha partiyên nû ku hatine damezrandin daxwaza hilbijartina pêşwext tînin ziman.

Berpirsên Partiya Jinûve Refah û Partiya Memleketê didin zanîn, ji ber kêşeyên aborî û siyasî divê êdî hilbijartina pêşwext çêbibe. Her wiha Serokê Partiya Yeniden Refahê Fatîh Erbakan pirsa K24ê bersivand û got, eger heye ew bi partiyên rastgir û muhafazakar ra tifaqekê sêyemîn ava bikin.

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê da li ser egera hilbijartinekê pêşwext nîqaş û polemik berdewam dikin. Di sîstema nû da êdî partiyên siyasî dikarin bi tifaqan beşdarî hilbijartinan bibin. Ji xeynî Tifaqa Cumhur û Tifaqa Miletê bi dehan partiyên nû jî hatine damezrandin û hêj ew partî din av tifaqê da cih negirtine. Ji ber sîstema desthilatbûnê ya 50 lê zêde 1 êdî deng û piştgiriya partiyên piçûk jî girîng tê dîtin. Ji loma helwest û nêrîna partiyên nû û piçûk jî dibe cihê meraq û nirxandinan.

Li ser vê mijarê, Serokê Partiya Yeniden Refahê Fatîh Erbakan di civîna rojnamegeriyê ya partiya xwe da pirsa K24ê, bersivand û da zanîn, eger heye ew bi partiyên rastgir û muhafazakar ra tifaqekê sêyemîn durust bikin.

Fatih Erbakan diyar kir: “Li gorî me divê hilvijartina pêşwext çêbibe. Lewra êdî kêşeyên aborî pir mezin bûye û gel nikare debara xwe bike. Ji loma jî hilbijartina pêşwext wê di xêra Tirkiyê da be. Helbet hêj zû ye ji bo tifaqan, lê dibe em tifaqa sêyem çêbikin. Bi partiyên rastgir ra tifaqa sêyem wê zêdetir bibandor be.”

Dîsa li ser heman pirsa K24ê, Gaye Usluera Berdevka Partiya Memleketê ya Muharrem Înce destnîşan kir, ew pêşnînî dikin k udi Adara 2022yan da hilbijartin çêbibe û ew plansazî dikin ku bi serê xwe beşdarî hibliajrtinan bibin.

Gaye Usluer eşkere kir: “Gelek normal e ku mixalefet daxwaza hilbiajrtina pêşwext bike. Lê Tifaqa Cumhurê ji ber ku wê winda bike hilbijartina pêşwext naxwaze. Her wiha ji bo hilbijartina pêşwext hewceyî bi referandumê nîne. Lê li gorî me, wê hilbijartin beriya wextê xwe, di Adara 2022yan da bê kirin. Em ê bi serê xwe bikevin hilbijartina parlamenteriyê, lê ji bo namzediya serokkomariyê divê li gorî şertên rastîn bê nîqaşkirin.”

Mixalefeta li Tirkiyê bi pêşengiya CHPê bi îdiaya ku krîza aboriyê heye û desthilata Ak Partî û MHPê êdî nikare Tirkiyê birêve bibe, daxwaz û banga hilbiajrtina pêşwext tîne ziman. Bi taybetî jî piştî îdia û daxuyaniyên serkêşê rêxistina sûcî Sedat Peker jî ev daxwaz zêdetir tê rojevê. Lê desthilat bi tundî red dike û dide zanîn ku wê hilbijart di wextê xwe yê Hezîrana 2023yan da bê kirin.