Bi gihîştina Îngiltira û Ukrayna hilbijardeyên çarîka fînala EURO 2020 temam bû

Hilbijardeya Îngiltirayê bi ser hilbijardeya Almanyayê ket û hilbijardeya Ukraynayê bi ser hilbijardeya Siwêdê ket.
UEFA EURO 2020
UEFA EURO 2020

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Îngiltirayê bi ser hilbijardeya Almanyayê ket û hilbijardeya Ukraynayê bi ser hilbijardeya Siwêdê ket û her du derbasî çarîka fînala UEFA EURO 2020 bûn.

Hilbijardeya Îngiltirayê duhî di qonaxa (16) a UEFA EURO 2020 de li stadiuma Wembley rûbirûyî hilbijardeya Almanyayê bû û bi encama 2-0 bi ser ket.

Golên Îngiltirayê di xuleka 75 û 86 de bi riya Raheem Sterling û Harry Kane hatin tomarkirin.

Ev serkeftina Îngiltirayê li ser Almanyayê, ji sala 1966an ve serkeftina yekem a di qehremaniyeke fermî de ye.

Di yariyeke din a di heman qonaxê de, hilbijardeya Ukrayna bi encama 2-1 bi ser hilbijardeya Siwêd ket û derbasî qonaxa çarîka fînala UEFA EURO 2020 bû.

Destpêkê Ukrayna gola yeke di xuleka 27 de tomar kir, piştre Siwêdê di xuleka 88 de encam wek hev kir. Piştî ku dema orjînal bi dawî bû, her du hilbijarde du demên zêde lîstin, vêca hilbijardeya Ukraniyayê gola serkeftinê di xuleka yekem a nîvê duyem de tomar kir û bi serket.

Yariyên qonaxa çarîka fînala UEFA EURO 2020:

-         Swîsra – Îspanya: Roja Înê 2 Tîrmehê demjimêr 19:00 li stadiuma Petersbûrgê

-         Belcîka – Îtalya: Roja Înê 2 Tîrmehê demjimêr 22:00 li stadiuma Munchenê.

-         Çek – Denmark: Roja Înê 3 Tîrmehê demjimêr 19:00 li stadiuma Pako.

-         Ukrayna – Îngiltira: Roja Înê 3 Tîrmehê demjimêr 22:00 li stadiuma Olimpico li Roma.