Rêveberiya Xweser rê nade berpirsekî Rêxistina Asûrî derbasî Herêma Kurdistanê bibe

Gabriyêl Mûşî Koriyê
Gabriyêl Mûşî Koriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Sêmalka rê nade berpirsekî Rêxistina Asûrî ya Demokratîk ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bike û radigihîne, Rêveberiya Xweser bi biryara qedexekirina çûnûhatinê, hewl dide kesayetiyên opozîsyona Sûriyê bixe nakokiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re.

Rêxistina Asûrî ya Demokratîk di daxuyaniyekê de ragihand, desthilatên Rêveberiya Xweser rê nada Berpirsê Pêwendiyan ê wê rêxistinê Gabriyêl Mûşî Koriyê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

Rêxistina Asûrî ya Demokratîk diyar kir, Kabriyêl Koriyê bi mebesta serdana Konsulxaneya Almanya li Hewlêrê dê roja 28ê Tebaxê derbasî Herêma Kurdistanê biba ku pêştir soz di roja 30 Tebaxê bi konsolxaneyê re hebû, lê Rêveberiya Deriyê Sêmalka rê neda ew derbas bibe.

Destnîşan kir jî, ev ne cara yekem e desthilatên Rêveberiya Xweser rêgiriyê li serkirdeyê wê rêxistinê dike ku derbasî Herêma Kurdistanê bibe, pêştir roja 7ê Gulana 2021ê rê nedabû şandeka Bereya Aştî û Azadiyê û piştre roja 25ê Gulana 2021ê jî rê neda serkirdeyê wê rêxistina Gabriyêl Mûşî Koriyê.

Rêxistina Asûrî ya Demokratîk di daxuyaniya xwe de dibêje, Rêveberiya Xweser bi biryara qedexekirina çûnûhatinê, hewl dide kesayetiyên opozîsyona Sûriyê bixe nakokiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re.

Rêxistina Asûrî ya Demokratîk vê kiryara Rêveberiya Xweser şermezar dike û dibêje, ev kiryar li dijî mafên mirovan û perensîpên azadî û demokratiyê ne. Herwiha daxwazê ji Rêveberiya Xweser dike jî karê wiha rawestîne.

Rêxistina Asûrî ya Demokratîk roja 29.7.2020an bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS),  Teyar El Xed, Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt re Bereya Aştî û Azadiyê li bajarê Qamişlo damezirandibû.