Baroya Diyarbekirê: Çareseriya pirsa Kurd dê rêya dadweriyê jî xweş bike

Baroya Diyarbekirê bi mebesta destpêkirina Werzê nû yê Dadî li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Baroya Diyarbekirê
Baroya Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Baroya Diyarbekirê bi mebesta destpêkirina Werzê nû yê Dadî li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren da zanîn ku ew bi hêvî daxwazên ku saleke dadwerane dest bi werzê nû dikin, lê pêşketinên ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hene, destnîşana nemayîna serdetiya hiqûqê û dadweriyê ne.

Nahît Eren bal kişand ku welatî bi awayên dadwerane nayên derazandin û peywirdarên dewletê jî ji sûcên xwe tên pakkirin.

Bang û daxwaz hat kirin ku pergaleke dadwerane û darazeke serbixwe bê saz kirin û lêpirsînên peywirdarên dewletê jî bi karîger bên meşandin û encamdan.

Dîsa 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî jî hat pîroz kirin û Nahît Eren bal kişand ku pêvajoya aştî û çareseriyê hêviyên pêkhatina aştiyê peyda kiribû, lê çareseriyeke mayînde jê peyda nebû.

Nahît Eren bal kişand ser wê yekê ku Serokomarê Tirkiyê dîsa destpêkirina pêvajoyeke aştî û çareseriyê kiriye rojeva xwe û ew helwest jî dîsa hêviyan peyda kiriye.

Eren da zanîn ku çareseriya pirsa Kurd, dê hem sazûman rê li ber pêkhatina dadweriyê xweş bike, hem jî aştiya Tirkiyê û heremê jî bihigîne asteke girîng.