Li Berdereş di bûyereke trafîkê de 6 kesan canê xwe ji dest dan
Duhok (K24) - Ji ber bûyereke trafîkê ya li ser rêya navbera Berdereş – Kelekê nêzîkî gundê Girdepan şeş kesan jiyana xwe ji dest dan.
Berdevkê Rêveberiya Polîsê Hatûçûnê li Duhokê Azad Taha ragihand; îro roja çarşemê 22ê Îlona 2021ê ji ber rûdaneke hatûçûnê di navbera Berdereş - Kelek li nêzîkî gundê Girdepan şeş kesan canê xwe ji dest dan.
Herwiha Azad Taha da zanîn rûdan di navbera wesayîteke barhilgir û otomobîleke taybet de pêk hatiye û di cihê rûdanê de 6 kes mirine û kesekî din jî bi giranî birîndar bûye.
Berdevkê Polîsê Duhokê Hêmin Silêman jî di daxuyaniyekê de ragihandiye ku qurbaniyên wê rûdanê endamên yek malbatê ne.