NY: 16 milyon Yemenî ber bi birçîbûnê ve diçin

Birçîbûna li Yemenê ya ji ber şerê ji çend salan ve rû daye, yek ji karesatên herî dijwar e ya ku di dîroka hevdem de rastî Yemenê tê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ajansa Xwarekê ya Netewên Yekgirtî hişyarî da, 16 mîlyon kes li Yemenê “ber bi birçîbûnê ve diçin”. Destnîşan kir jî, eger finansên nû neyên peydakirin, dê di meha Cotmehê de alîkariyên xwarinê kêm bibin.

Serokê Ajansa Xwarekê ya Netewên Yekgirtî David Beasley ragihand, Amerîka, Almanya, Îmarata Erebî, Siûdiye û hin welatên din alîkarî ji bo Ajansa Xwarekê pêşkêş dikin, bi wê yekê me rê li ber birçîbûn û karesstê girt.”

Diyar kir jî, niha careke din pereyên Ajansa Xwarekê kêm dibin û eger finansên nû neyin dabînkirin, dê di meha Comehê de parên xwarinê ji bo 3.2 milyon kes kêm bibe û di meha Mijdarê de jî dê para 5 milyon kesan kêm bibe.

Di kongreya komkirina alîkariyan ji bo Yemenê de ku di meha Adara borî li Swêdê bi awayekî “online” birêve çû, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Goterres daxwaza 3.85 miyar Dolar ji bo Yemenê kir, lê welatan tenê 1.7 milyon Dolar bexişandin.

Birçîbûna li Yemenê ya ji ber şerê ji çend salan ve rû daye, yek ji karesatên herî dijwar e ya ku di dîroka hevdem de rastî Yemenê tê. Netewên Yekgirtî texmîn dike, ji sedî 80 yê Yemeniyan pêwîstiya wan alîkariyên bilez heye.