Bûbê Eser: Edebiyat li ser hîmê neteweyî tê avakirin

Girêdana bi zimanê Kurdî, taybetmendiya sereke ya Bûbe Eser e û bi dehên salan e berhemên xwe bi Kurdî nivîsandine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bûbê Eser, nivîskarek naskirî ji Bakurê Kurdistanê bajarokê Dêrika Çiya Mazî girêdayîMêrdînî ye. Berhemên wî bo çendîn zimanên biyanî jî, hatine werberandin. Derdora 35 salan e li Ewrûpa welatê Swêdê dijî. Berhemên wî hatine wergerandin a çendîn zimanan. Girêdana bi zimanê Kurdî yek ji taybetmendiyên sereke yên Bûbe Eser in. Bi dehên salan, berhemên xwe yên edebî, gotarên xwe her bi Kurdî nivîsandine.

Tu dikarî xwe ji nêzîk ve xwe bi me bidî nasîn?

Bûbê Eser: Ez di sala 1955an de li Bakurê Kurdistanê li bajarê Mêrdînê li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hatime dinyê.

Min bidistana xwe ya seretayî li gundê Qesra Qenco orte û lîsa jî li bajarê Mêrdînê qedandiye. Min di sala 1975an Li paytextê Tirkan li Ankarayê dest bê uniwerstiyeya ango zankoya Aborî kir. Her weha di wê salê de ez bûm endamê PDKT jî. Salek mabû ku min ê zangko bideqanda, ji ber xebatên min yên siyasî hatim girtin û ez avêtim girtîgehê, ji ber vê min uniwersîta ango zankoya xwe ne qedand…

Ez weke Bûbê ji ber xebatên xwe yên siyasî, yên ji bona azadiya welatê xwe di sala 1980ê hê zavayekî du mehî  bûm hatim girtin. Bi tevayî 72 rojan êşkence li min kirin. Di êşkenceyê de ji ber dilê min disekine. Polîs min mirî dizanin loma min di qata çaran de davêjin jêr da ku bêjin wî xwest bireve. Lê dema ez avêtim ez li ser siyara wan dikevim û dilê min ji nû de dişuxule û bi vê ez ji mirinê xilas dibim. Yanî polîsan him ez kuştim û him jî bi saya wê avêtinê ez ji nûde sax bûm.

Piştî wê bûyerê polîsan ez hefteyekê di nexweşxanê de hiştim û dûre min ji wir derdixin û dibin cihê êşkencê. Li wir jî min daxwaza wan pêk neanî, loma vê carê jî polîs nigê min yê çepê şewitandin. Di canê min de mirov bi rehetî dikare cihên êşkencayan bibîne.

Ez di sala 1982 meha gulanê ji girtîgehê hatim berdan. Lê ez her di bin çavderiya polîsan dijiyam. Loma min ev dayax nakir û li gel malbata xwe çûm başarê mala xwezûranê xwe Trabzonê hêla Behra Reş. Li wir çend mehek li gel malbata xwe derbas kir. Lê dîsa li wir ketim bin çavdariya polîsan loma ez mecbûr mam ku welatê xwe terk bikim.

Ez di sala 1983an meha 11an de hatim Swêd û hîn jî li vir dijîm. Li Swêdê ez du salan di nexweşxana xaça sor de hatim tedawîkirin ango dermankirin. Min  ji ber lêdana polîsan çav û guhên xwe li nexweşxana ”karolinska” û” sebatsberg” emeliyat kirin. Niha tenduristiya min ne ewqas xerab e lê ne zêde baş e jî.

Min li Swêd bêtir dest avêt karê nivîskariyê û heta niha 8 berhemên min derketine. Ez tenê bi kurdî û kurmancî dinivîsînim. Min sond xwariye ku heta hebin ez ê bi tirkî nenivîsînim. Berhama min ya bi navê Gardiyan ku li ser jiyana wê girtîgeha ku ez bi xwe jî qederê 3 salan tê de bûm e. Ev pirtûk du caran bi zimanî kurdî, bi zimanê yunanî û zimanê tirkî û bi soranî hatiye weşandin.  Bûyerên vê pirtûkê hemî rast in. Ez bi xwe jî gelek ji van bûyeran jiyame û bi serê min de jî hatine.

Ez zewicime du keç û du kurên wî hene.

Berhemên min yên hatine weşandin:

1-   Gardiyan (Romana li ser zîndana Diyarbekirê)

2-   Jiyanek (Roman)

3-   Sîno bû Efendî (novel)

4-   Zewaca Şaş (Şano)

5-    Rastiya me (Nivîs)

6-   Dîroka Rureş (Şano ya Enfala Barzaniyan)

7-   Enfal û Jenosîd (lêkolîna min ya dema li Bilê bûm)

8-   Barzan digirî (Romana enfala 8000 Barzaniyan)

9-   Qêrîna Barzan (Hevpeyvînên min bi malbatên Enfalê re çêkirî ye)

Bûbê Eser giringiya edebiyatê di struktura neteweyî de, prosesa neteweyî de çawa dibîne?

Bûbê Eser: Edebiyat li ser hîmê neteweyî tê avakirin. Di vê prosesa edebî de mirov êş û azarên gelê xwe têne zimên, kêf û şahiyên xwe bi xelkê xwe re dide zanîn. Edebiyata neteweyî mirov dikare bêje ku ji du beşan pêk têk. 1- Edebiyata nivîskî 2- Edebiyata devkî ku vê kurd li ser nigan hiştiye. Ji ber ku îmkanên nivîsandina kurdan hema bêje tune bû, loma vê edebiyata devkî gelek tiştên me heta roja îro parastin û ji îro pêde jî divê em wan binivîsîne da ku qet û qet nemirin.

Ji ber vê milet bi zimanê xwe heye, ziman jî edebiyatê diafirîne, edebiyat jî gel zana û jêhatî dike. Dîroka mirov bi me re dide zanîn. Ji ber vê dibêjim; xurtbûna edebiyata miletekî xurtbûna wî miletî bi xwe ye.

Geşepêdana edebiyatê, çi bandorê li zanînê, parastina nirx û çanda neteweyî de dike?

Bûbê Eser: Geşepêdana edebiyatê berî her tiştî mirovan zane û jîr dike. Mirovên zana û jîr jî dikare kesên din bi ber mesela neteweyî bixin. Loma miletek bi çanda xwe heye, bi zimanê xwe heye, qelsbûna ziman û edebiyata miletekî tê wê watayê ku ew milet jî roj bi roj dihele û têk diçe.

Heger miletê kurd heta roja îro li ser lingên xwe mabe ew jî bi xêra edebiyata devkî ye, ew jî stran, çîrok û destanên qehremanî yên devkî bûn ku em bê ziman û edebiyat nehiştin. Ew nirxê ku îro em bi saya wê dijîn, ew edebiyata devkî ye..

Edebiyat û parastina ziman ku bi taybet ji bakurê Kurdistanê re giring e. Di vê babetê de, nirandina te çi ye?

Bûbê Eser: Weke min li jor jî behsa kir, ziman hebûn e, heger ziman nemîne ew milet ew gel jî namîne. Mînakên vê li cihana em niha lê dijîn de gelek e.

Ji bona tunekirina ziman û edebiyata kurdî li Bakurê Kurdistanê dagirkeran hemî îmkanên xwe pêk anîn û tînin da ku ziman nemîne. Ji ber ku ew jî baş dizanin ku dema zimanê kurdî li Bakur nemîne kurdên bakur jî wê li gel zimanê xwe herin û wenda bibin.

Heger em bala xwe bidin Bakurê Kurdistanê piştî darbeya leşkerî ya sala 1980ê dagirker roj bi roj zimanê me têk dibin û gelek kurd jî ji vê re dibin alîkar.

Berî salên heyştê li dibistanan me bi tirkî diwend û dipeyivîn. Lê zimanê malê tim  bi kurdî bû. Mixabin îro zimanê malê jî bûye tirkî, sedemên vê gelekin. Li gor min ya serekî kurd bi xwe sedema herî mezinin ku ew êdî bi zimanê xwe qise nakin.

Berî her tiştî divê partiyên me yên siyasî ku li ser nave kurd û Kurdistanê hatine damezrandin, ew bi temamî dev ji bi karanîna zimanê tirkî berdin, da ku endamên wan jî vê pêk bînin. Dema ev bibe, wê hêdî hêdî xelk li xwe û zimanê xwe vegerin.

Li gor min yek çareserî ev e ya din jî divê di malan de herkes tenê bi kurdî qise bikin. Heger ev nebe, ziman wenda dibe û bi wendabûna zimên kurd jî dê wenda bibin.

Xebata te ya edebî, serpêhatiyên te radixin ber zanîna xwendevanan. Çima te rêyek weha hilbijart, di vê derbarê de tu dê çi ji me re bêje?

Bûbê Eser: Pirsek girîng e û bersîva wê li gor min tenê ev e. Divê her kurd xwe berpirs bibîne da ku bikaribe edebiyata xwe bi pêşve bibe. Pêşketina edebiyat û zimên dibe sedem ku ew gel wenda nabe. Min jî ji vê de dest pê kir.

Yanî min xwest karesatên hetina serê gelê me binivîsînim da ku herkes ango nivşên li dû me jî him me binasin him jî dîroka xwe. Him xebat û çalakiyên me û him jî berxwedan û berhemên me bibînin.

Heger em serpêhatî, çîrok, bîranîn û êşa xwe û ya gelê xwe nenivîsînjn ma wê nifşê li dû me çawa me, ziman û gelê xwe binasin. Ji ber vê dive her kesên ku bikaribin bila binivîsînin. Her çîrokek, her serpêhatiyek, her helbest û romanek dibe rehberek ji bona nivşê li dû me.

Roman, şano, gotarên siyasî/edebî… Kek Bûbê balansa van beşên edebiyatê yên cuda, tu çawa dihelsingînî?

Bûbê Eser: Ji van her yek bi serê xwe li gor xwe babetên xwe diafirîne. Lê hevdu jî temam dikin. Roman mijarê bi dirêjahî û bi fantaziyan bûyerê dixemilîne bê ku xwendevanên xwe aciz bike. Loma sereke qehremanekî romanê heye, li gel wî/wê jî çend leheng peyde dibe. Li gel van qehremanan bûyer bi fanzatiyên xwe xwendevanan aciz nake û dikemile.

Ez bi xwe gotarên siyasî weke edebî nahesibînin. Ji ber ku siyet û edebiyat du tiştên ji hev cûdan in. Belê herdu jî bi yek zimanê têne nivîsên, lê yek tenê xîtabî kesên ku bi siyasetê re mijûl in dike. Ev zêde bala piraniya xelk nakşîne.

Şano dema tê nivîsîn ew ji bona li ser dikê bê lîstin û xelk lê temaşe bike, bikene an bigirî. Şano bi dîtina çavan û bi guhdarîkirina guhan xelkê şarezayî meselê ango bûyeran dike.

Li Bakurê Kurdistanê edebiyatê her çiqasî ji siyasetê de destpê kiribe jî, divê em wan tevlî hev nakin.

Bifikirin tu romanekê siyasî dinivîsîne li ew dibe malê endamên wê siyasetê, romanak edebî jî dibe malê gel. Li gor min ferqa wê ev e.

Helbet pêwîst e, di welatekî dagirkirî de wê zimanê siyasî jî hebe, ji ber ku tu bi zimanê xwe, propaganda dike da ku welatê xwe azad bike. Lê ziman û edebiyata siyasî tenê di çerçeweya siyasî de dimîne û nabe malê gel.

Biqasî dizanim, di dema nivîsandina “Qêrîna Barzan” de, tu li devera Barzan bi mehan ma. Te çawa ev serpêhatî di romanê de anî ziman?

Bûbê Eser: Ez ji Swêdê di sala 2007an de çûma welatê xwe Başûrê Kurdistanê ku li gor xwe, bûyera Enfalê bi çend berheman ronî bikim. Ronî bikim da ku ev li hersê perçên din jî bê belavkirin da ku bizanibin Enfalê çawa dest pêkir, sedema wê çi bû. Çima bi giştî 182.000 Kurd û bi taybetê jî 8000 zilamên Barzaniyan hatin enfal kirinê, bidim zanîn ku wana ji ber çi hatin enfalkirinê.

Loma dema ez sala 2007an li Başûrê Kurdistan, li devera Barzan û li bajarokê Bilê bi cih bûm ku bikaribin ji wir rojê seredana sê malên kesên wan hatibûn enfalkirinê bikim. Bi wan re sohbet bikim pirsan ji wan bikim û bersîvên wan binivîsînim ku vê bûyera reş, tije êş û elem çawa û çilo destpêkiribû. Ji devê wan bi cîhanê bidim zanîn..

Min ji bona vî karî projeyek dabû berxwe da ku vê bûyera reş ku li cihanê tenê hatibû ser Kurdan, bi Şano, Roman û hevpevînê bidim ronîkirinê. Piştî xebata salekê li devera Barzan ku rojê min seredana sê malan dikir, karê xwe di salekê de hema hema qedand û di sala 2008an li swêdê vegeriyam. Dema min dest  bi karê xwe kir, tê gihiştim ku divê em Kurd nebêjin, Enfal divê em vê bûyerê weke Jenosîd bi nav bikin loma min li Kurdistanê binavê JENOSîD û ENFAL nerîna xwe weke broşurekê bi herdu elfabeyan û bi herdu zaravayan li belav kir.

Bi hatina xwe ya Swêdê min di 25 saliya Enfala Barzaniyan de şanoya wan ya bi navê DÎROKA RÛREŞ li swêd sala 2008an da weşand.

Piştî xebateke dûr û dirêj min romana 8000 enfalkirina zilamên Barzanî bi nave BARZAN DIGIRÎ di sala 2017an de li bakurê Kurdisanê ji teref weşanxana Sîtavê da weşand û belav kir. Roman ji 226 rûpelan pêk tê û bi elfabeya erebî bi soranî jî ji bona çapê amade ye, lê îmkanê min tuneye ku bidim weşandinê. Heger hin bixwazin vê romanê bi elfabeya erebî û bi lehçeya soranî biweşînin ez ê kêfxweş bibin.

Hevpeyvînên ku min bi malbatên kesên wan hatibûn enfalkirinê re çê kiribû ew jî di sala 2020an bi herdu elfbeyan û bi herdu zaravayên kurdî Kurmancî û Soranî û bi elfabeya Erebî û Latînê li bakurê Kurdistanê ji teref weşanxaneya DOZê hate weşandin. Pirtûk 321 rûpelan pêk tê û zêdeyî sed wêneyên enfalê têde hene û ev seranser bi reng hatiye weşandinê.

Dema ku li devera Barzan û li Bilê bi cih û war bûm projeya min ew bû ku ez li gel Şanoyekê û sê romanan vê bûyerê ji gelê kurd û cîhanê re bidim zanîn. Min xwest vê bûyera qirêj bi sê romanan bi nave BARZAN DIGIRî  (ew hat weşandin) BARZAN BERXWE DIDE û BARZAN AZAD e bidim zanîn. Piştî van xebatana jî  minê hewl bide Rêbaza Barzanî bi zimanekî hêsan binivîsanda da ku ew li dibistanên seratayî weke ders bihata dayîn. Lê carna hesabê male û sûkê li hev dernakev e. Ya min jî weha bû.Lê çi demê derfet çê bibe ez ê van xebatên xwe biqedînim.

Min di vê xebata xwe de heta niha li ser enfala Barzaniyan  çar berhem nivîsîn û weşandin..

Serpêhatiya Enfalê di romana Barzan Digirî de min ji devê şahîdeke jin û bi zindî ku bi eslê xwe rûsî bû nivîsî ye. Wê digot û min dinivîsand.

Di nav xebatên xwe de ez li Olga Rûsî û Gulxanima kurdî rast hatim, ew bi eslê xwe rûs bû. Dema Barzaniyên nemir li gel 512 pêşmêrgeyên xwe diharin Sovyetê li wir Mihemedê pêşmêrgê Barzanî Olga xanimê nas dike. Dilê wan dikeve hev. Dûre bi hevre dizewicin zarokên wan çê dibe. Dema Barzaniyê mezin li Kurdistanê vedigere, Mihemed jî li gel Jina xwe ya rûsî û zarokan tên Kurdistanê û li Bilê bi cih û war dibin. (Dema Olga xanima Rûsî di civîneke ku Barzanî li sovyegê amade kiribû, ew jî axaftinekê dike û li wir Barzaniyê nemir wê dinasî û nave wê dike Gulxanim. Ji wê rojê pêve Olga dibe Gulxanim)

Pîra Gulxanim jineke zîrek û zana bû. Wê digot û min dinivîsî. Piştî roman qediya Hazimê Bilê (nebiyê Pîrê) û Kirmancî Çalî jî alîkariya min kirin da ku kêmanî û şaşî têde çê nebe. Ev roman ji sala 1946 Dema Barzaniyê mezin û malbatên Barzaniyan diharin Rojhilata kurdistanê, ji wir çûyina wan û ya sovyetê û vegeera wan ya kurdistanê û heta ku enfal destpê dike, mijara vê romanê ye..

Gava tu Romanekê dinivîsî, tu dixwazî li cihên rûdanê bî, qehremanan bibînî, binasî… yan çawa, kek Bûbe?

Bûbê Eser: Belê weha ye, ez bêtir romanên xwe li ser asasê bûyerên rastîn dinivîsînim. Loma dema min dest avît vî karê da ku bikaribim şano û romana enfalê binivîsînim, min xwest herim nava wan ez jî bibin yek ji wan da ku bikaribin romana wan li ser asasê rastiyê binivîsînim. Min her weha kir. Salekê li welatê xwe ê azad mam. Bi malbatên enfaliyan re keniyam, giriyam, ketim şîn û şahiyên wan, dema êdî min xwe jî yek ji wan hesiband êdî min dest bi karê xwe kir.

Lê karê min hê neqediya ye, heger derfet peyde bû, ez ê romana BARZAN BERXWE DIDE yanî piştî enfalê rewş çawa bû, Barzaniyan çawa berxwe dan û Kurdistan azad kirin. Dûre jî piştî azadiyê çi bû bi nave BARZAN AZAD e romana talî binivîsînim. Hêvîdarim ez ê rojekê wan jî biqedînim.

Tu ya rastî bixwazî di projeya min ya piştî van berhemana, nivîsandina rêbaza Barzaniyê nemir jî heye, hebû. Lê niha derfetên min tune ye ev kar û ev proje weha sekiniye.

Çendîn berhemên te bo çendîn zimanan hatine wergerandin. Pêşwaziya xwendvanên biyanî çawa bûne?

Bûbê Eser: Heta niha 9 Berhemên min derketine 4 ji wan li ser enfal Barzaniyan û enfalê ye. Yek li ser zîndana Diyarbekirê ye ku ez bi xwe jî nêzîkî sê salan di wê zîndanê de bûm (1980-82) Min roman wê zîndanê jî bi navê GARDIYAN di sala 1994an de li swêdê weşand. Dûre ev bi zimanê Yunanî (Grekî), bi tirkî, bi soranî û bi swêdî jî hate wergerandin weşandin û belavkirin. Wergera wê ya bi zimanê erebî li ber çapê ye. Dostek jî wê niha dike bi zimanê ingîlizê.

Rewşa edebiyata Kurdî, roja îro tu di asta pêwîst de dibînî?

Bûbê Eser: Heger em rastiyê bêjim asta edebiyata kurdî îro gihiştiye asta pêwîst bû. Roj bi roj ev kar û xebat çi li Ewropa û çi jî li Bakurê Kurdisanê zêde dibe. Lê mixabin zehmetiyên çapê gelekin û xwendevan kêm in.

Edebiyata Kurdî li diaspora, taybet jî li Swêdê geşe da. Tu bi xwe jî di nav wan de. Heta, li ser Dibistana Swêdê tê axaftin. Di vê derbarê de, dîtinên te bigrin.

Bûbê Eser: Li gor min piştî salên 1980 edebiyata kurdî ya nivîskî li Swêdê destpê kir. Vê destpêkê kir ku gelek nivîskarên nû û berhemên nû peyde bû ango afirand. Ev serketinek mezin bû.

Di vê de para swediyan gelek e. Ji ber ku di destpêkê de heger mirov rojnameyeke kurdî derxista mesrefê wê dewletê dida. Heger mirov roman an berhemeke kurdî biweşanda dîsa mesref ji alî dewletê de dihate dayîn.

Ev bû alîkarî ku kurd jî binivîsînin û berhemên nû biafirîne. Loma geşbûna edebiyata kurdî li swêdê, bi alîkarî û piştgiriya dewleta swêdiyan destpê kir.

Lê dixwazim vê jî bêjim ku min ji bona tu berhemên xwe tu alîkarî ji swediyan negirtiye. Bi keda xwe li gor îmkanên xwe û bi alîkariya dostan min berhemên xwe li bakurê Kurdistanê dane weşandinê.

Swêd welatekî demokrat e. Heger daxwaza tiştekî û pêşniyarkirina wê hebe, dewlet jî îmkan dide da ku ew bibe. Heger em kurd jî bi daxwazeke hevbeş ji swêdidyan daxwaza dibistaneke kurdî bikin em ê bi serkevin.

Swêdê di vî derbarî de gelekî alîkariya me kurdan kirî ye. Dibistan vekiriine mamosteyên kurdî gihiştine, ji welat kes anîna da ku bibin mamosteyê zimanê kurdî li bakurê kurdistanê.

Loma divê ji bona hemî karî berê em kurd hebin, li hev bin, tenê bi daxwazekê derkevin pêşberî swêdiyan em ê bi serkevin.

Projeyên li pêş te çi ne, kekê Bûbê?

Bûbê Eser: Weke tê zanîn her nivîskarek li gor xwe hin projeyan amade dike da ku li gor wê karê xwe bike.

Weke min berê jî gotibû, gelekî dixwazim ku romanên bi navê Barzan Berxwe dide û Barzan Azad e jî biqedînim û pêşkêşî gelê xwe û cîhanê bikim. Helbet hin karên din jî hene ku divê ew jî bêne qedandin.

Lê ji hemî karî re derfet, xebat û tenduristî lazim. Weke tê zanîn ku ez du salan bi nexweşiya penceşîrê ketim, niha baş bû me û bawerim êdî ez ê bikaribin dest bi karê xwe bikim. Ka em binêrin.

Ha dixwazim vê jî bêjim: Helbesteke min bi navê ”Enfale Enfal” ji teref Ozan Rêzan Rezdar bûye stran. Helbeseke din bi navê ”Pêşmêrge Me Ez” weke Surûda pêşmêrge hatiye hazirkirin û xwendin, niha jî Helbesteke min ya li ser Barzaniyê mezin kar tê kirin ku ew jî bibe stran. Helbestên min Rêzan dike stran…

Spas ji bo vê derfetê, serfiraziya te dixwazin!..

Bûbê Eser: Gelek spas ji bona we jî ku we ev derfet da min da ku behsa kar û xebatên xwe bikim. Serketina we dixwazim.