Werzîşvanekî Kurd hewl dide navê xwe bixe Pirtûka Guinnessê

Hewlêr (K24) – Werzîşvanekî Kurd ê ji Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê, dixwaze bi werzişke bêhempa rekorekê bişkîne û bikeve Pirtûka Rekoran a Guinnessê.

Majedê 50 salî ku du sal in amadekariyan dike, xwe amade dike otobusek bi rêwiyên wê ve bikişîne.

Majed ji K24 re got, di 20 Cotmeh de dê bi amadebûna nûnerên Dezgeha Guinnessê ezmûna xwe bike, Lê wî naveroka ezmûna ku ew ê bike yan ew ê çend metroyan otobusê bikişîne eşkere nekir.