Barcelona paşketina xwe li hember Valencia veguhart û bi ser ket

Barcelona
Barcelona

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelona di gera nehemîn a La Ligayê de paşketina li pêş Valencia veguhart û bi encama (3 - 1) bi ser ket.

Di gera nehem a La Ligayê de, şeva borî Barcelona mêvandariya Valencia li stadiuma Camp Nou kir û bi encama (3 - 1) bi ser ket.

Destpêkê yarîzanê Valencia Jose Luis Gaya ji nişkê ve golek di xuleka (5) de tomar kir.

Piştre Barcelona bersiv bi (3) golên li ser hev da. Golên Barcelona bi riya Ansu Fati, Memphis Depay û Philippe Coutinho di xulekên (13, 41 û 85) de hatin.

Bi vê serkeftinê, Barcelona puanên xwe kirin 15 puan û hilkişiya rêza heftemîn di rêzbendiya La Ligayê de. Li hemberê jî Valencia jî bi (12) puanan di rêza nehemîn de ma.

Ji bo cara yekem jî, yarîzanê nû yê Barcelona yê Argentînî, Sergio Aguero ji dema ji MAN City ve hatiye, di xuleka (87) de bi kirasê Barcelona beşdarî lîstikê bû.