Champions League.. Messî, Selah, Mahrez serkêşiya serkeftina tîmên xwe kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di gera sêyem a Champions League de, Messî, Mihemed Selah, Mahrez û serkêşiya serkeftinên tîmên xwe kirin.

Paris Saint-Germain a Fransî şeva borî mêvandariya RB Leipzig a Almanî kir û bi encama (3 – 2) bi ser ket.

PSG di xuleka (9) de golek bi riya Kylian Mbappe tomar kir. Lê Leipzig bi du golan li ser hev hev bi îmzeya Andre Silva û Nordi Mukele di xulekên (28 û 57) bersiv da.

Piştre Lionel Messî di xuleka (67) de encam wek hev kir, berî ku gola xwe ya duyem bi lêdana cezayê “penalty” di xuleka (74) de tomar bike.

Bi vê serkeftinê PSG punanên xwe kirin (7) wek pêşenga Koma A ma. Li hemberê Leipzig bê punanekê jî di dawiya komê de cih girt.

Di lîstikeke din a hema komê de, Manchester City mazûvana xwe ya Belcîkî Club Brugge bi encama (5 – 1) têk bir.

Golên MAN City bi riya Riyad Mahrez (2 gol) di xulekên (43 û 84) de, Joao Cancelo, Kyle Walker û Cole Palmer di xulekên (30, 53 û 75) de hatin.

Gola tekane ya Club Brugge bi riya Hans Vanaken di xuleka (81) de hat.

Bi vî awayî, MAN City bi (6) puanan wek duyema Koma A ma û Club Brugge bi (4) puanan di rêza sêyem de cih girt.

Encamê lîstikên komên din jî wiha ne:

Koma B

Atletico Madrid (2 - 3) Liverpool

Porto (1 - 0) AC Milan

Koma C

Beşiktaş (4 - 1) Sporting

Ajax (4 - 0) Borussia Dortmund

Koma D

Shakhtar Donetsk (0 - 5) Real Madrid

Inter (3 - 1) FC Sheriff: