Real Madrîd bi Shakhtar Donetsk ket û bû pêşenga komê
Navenda Nûçeyan (K24) – Di gera çarem a Champions League de Real Madrîd bi ser Shakhtar Donetsk ket û bû pêşenga koma xwe.
Di gera çarem a lîstikên (Koma D) a Champions League de Şeva borî Real Madrîd mêvandariya tîma Ukraynî Shakhtar Donetsk kir û bi encama (2 - 1) bi ser ket.
Her du golên Real Madrîd di xulekên (14 û 61) bi riya Karim Benzema hatin tomarkirin, gola tekane ya Shakhtar Donetsk di xuleka (39) de bi riya Fernando hat tomarkirin.
Di lîstika din a heman komê de, Inter Milan bi encama (3 - 1) bi ser Sheriff Tiraspol ket.
Piştî vê gerê, Real Madrîd bi (9) puanan bû pêşenga Koma D. Inter Milan bi (7) puanan di rêza duyem de, Sheriff Tiraspol bi (6 puanan) bi rêza sêyem û Shakhtar Donetsk bi (1) puanekê di dawiya komê de cih girtin.
Encamên lîstikên din ên gera çarem a Champions League wiha bi dawî bûn:
Koma A
Manchester City (4 - 1) Club Brugge
Leipzig (2 - 2) - Paris Saint-Germain
Koma B
Liverpool (2 - 0) Atletico Madrid
AC Milan (1 - 1) Porto
Koma c
Borussia Dortmund (1 - 3) – Ajax
Sporting Lizbon (4 - 0) Beşiktaş