Argentîna tevî ku li hemberî Brezîlyayê wek hev bû, gihîşt Mondiala Qeterê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku hilbijardeya Argentîna li hember Brazîlê bê gol wek hev bû, gihîşt Mondiala 2022 a Qeterê.

Di pêşbirkên Amerîkaya Başûr a ji bo gihîştina Mondiala 2022 a Qeterê de, îro hilbijardeya Argentîna li staddiuma San Juan del Bicentenario mêvandariya hilbijardeya Brazîlê kir.

Tevî ku lîstik bi encama (0 - 0) bi dawî bû, lê Argentîna gihîşt Mondiala 2022 a Qeterê, ji ber ku di lîstikên din de, Uruguay bi encama (0 – 3) li hember Bolivia û Chile bi encama (0- 2) li hember Ecuador zirar kirin.

Brezîlya ku hefteya borî cihê xwe di mondiala 2022 de misoger kir, bi 35 pûanan di rêza yekem a pêşbirkên Amerîkaya Başûr de cih girt, Argentîna jî 29 pûanan di rêza duyem de û Ecuador bi 23 puanan di rêza sêyemîn de ye.

Çar hilbijardeyên pêşîn a Amerîkaya Başûr rasterast ji bo Kûpaya Cîhanê derbas dibin, tîma ku di rêza pêncemîn de cih digire jî bi tîmek ji parzemîneke din re “playoff” dilîze.