Dalkurd armancên xwe yên nû eşkere kir

Dalkurd piştî Superettan dixwaze dîsa beşdarî Lîga Allsvenskan bibe. Lê armanca Dalkurdê ya herî mezin jî beşdarbûna Lîga Şampiyonan a UEFAyê ye.

Diyarbekir (K24) - Tîma Futbolê Dalkurd ku di liga 1em a Swedê di Koma Bakur de dileyîze, hefteyekî beriya ku ew lîg xilas bibe, di rêza duyem de ma û dê ji bo ku derbikeve Lîga Superettan a Swêdê play of bileyîze.

Tîma Kurd an Dalkurd dê di hefteyên pêş de bi tîma GAISê re 2 yarîya bileyîze. Eger di wan yarîyan de bi ser bikeve dê sezona ku bê li Lîga Supperettan yarîyan bike.

Dalkurd piştî Superettan dixwaze dîsa beşdarî Lîga Allsvenskan bibe. Lê armanca Dalkurdê ya herî mezin jî beşdarbûna Lîga Şampiyonan a UEFAyê ye.

Cîgirê Serokê Dalkurdê Welat Kiliçaslan ji K24ê re axivî û armancên nû yên tîma xwe eşkere kir.

Welat Kiliçaslan diyar kir ku eger di yarîyên pêşbirkê de bi ser bikeve dê Dalkurd piştî Superettanê dîsa beşdarî Lîga Allsvenskan bibe û armanca wan a herî mezin ewe ku beşdarî Lîga Şampiyonan a UEFAyê de ye.

Kiliçaslan diyar kir: “Dalkurd hefteyek beriya bidawîbûna Lîga 1emîn a Koma Bakur a Swêdê, di yarîyên pêşbirkê yên Lîga Superettan de, bi ferqa puan re bilîyze. Dalkurd dikare tîma GAISê têk bibe, ji ber ku Dalkurd salên borî ew tîm têk biribû. Loma ez bi hêvî me ku eger tiştek neqewime, ji sedî 80 Dalkurd di sezona bê de di Lîga Superettan de cih bigire. Piştî Superettan armanca me ew e ku em derbasî lîga herî mezin a Swêdê Allsvenskan bibin. Sala borî, me wek tîm armancek danî. Di 3 salan de li Allsvenskan be. Ger em salek li paş bin jî, di nav 5 salan de biçin Ewropayê, ango Lîga Şampiyona UEFAyê.  Bê guman garantî tune, lê armanca me ya herî mezin ev e.

"Dalkurd tîma hemû Kurdan e"

Kiliçaslan bal kişand ser wê yekê ku ew dixwazin di demsalên pêş de hejmara endamên Dalkurdê zêde bikin û got: “Aniha nêzîkî 4 hezar endamên Dalkurdê hene. Planeke me heye ku di demsalên pêş de em vê reqemê bibik 20 hezar û 30 hezar. 50 milyon kurd hene, ne xeyal e ku milyonek ji wan bibin endamê Dalkurd ê. Berê endametiya Dalkurdê hinekî zehmetir bû. Em ê malperekî ava bikin û herkes bi karta bankê jî li mala xwe bibe endamê Dalkurd. Endamên Dalkurdê yên herî zêde li Swêdê hene. Ev endam bi reng û dengê xwe li pişt Dalkurdê radiwestin û piştgiriyê didin tîmê. Niha projeyeke me heye û armanca me ew e ku em ambassadorî berpirsiyar ji bo Dalkurdê li seranserê cîhanê bibînin. Bi vê projeyê ve, her kes dê bi kesên li welat an herêma ku lê dijîn re têkilîya daynin da ku him sponsor, him alîkarî û him jî endaman bibînin. Em dixwazin ji her malbateke kurd kesek bibe endamê Dalkurdê. Ji ber ku Dalkurd tîma hemû kurdan e.”

Rewşa aboriya Dalkurdê çawa ye?

Kiliçaslan amaje bi pirsgirêkên aborî yên salên borî yên Dalkurdê jî kir û diyar kir ku niha ti pirsgirêkeke aborî ya klubê nîne û got, “Dalkurd xwediyê du sponsorên mezin e. Yek Bazar Snabbgross û yê din jî Serok’e Dalkurdê kekê Sarkat Junad e. Kekê Sarkat her mehê 100 û 150 hezar euro alîkarîyê dide Dalkurdê. Yanî em dikarin bibêjin bi saya Bazar û kekê Sarkat tu problemên Dalkurdê yên aborîyê tune ne.

Helbet endamên Dalkurdê jî alîkariya madî dikin. Ji bo peydakirina sponsoran hejmara zêde ya endaman giring e.

"Hejmara kaptanê Dalkurdê 21 e"

Cîgirê Serokê Dalkurdê Welat Kiliçaslan, bal kişand ser wê yekê ku Dalkurd ku li gorî qanûnên Swêdê hatiye damezirandin, him bi reng û him jî bi navê xwe nûnertiya kurdan dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dalkurd jî di nav de, hemû tîmên li Swêdê, li gorî qanûnên Swêdê hatine damezirandin. Em xwe ji tîmên din ên Swêdê cuda nabînin. Lê ji ber nav û rengan Dalkurd wek tîma kurdan tê naskirin. Dalkurd him bi reng û him jî bi navê xwe kurdan temsîl dike. Bi rastî Swêdî jî ji ber nav û rengê Dalkurd ê li dij dernakevin û Dalkurdê jî wek tîmeke Swêdî dibînin. Di tîmê de gelek lîstikvanên Swêdî hene. Di standyuma de Swêdî jî yarîyên Dalkurdê temaşe dikin. Kaptanê Dalkurdê jî ji xwe Swêdî ye. Hejmara kirasê wî jî 21 e. Him ji ber plaqeya Diyarbekirê him jî ji ber diroka Newrozê 21ê Adarê ye.”

Dalkurd û bi tîmên Kurd re hevdîtin

Kiliçaslan diyar kir ku ew dixwazin Amedspor û hemû tîmên Kurdistanî yên li herêmê re hevkariyê bikin û got: “Em ê bi Amedsporê re hevdîtinekî bikin. Em dixwazin bi tîmên din ên kurd re jî bên ba hev. Em dixwazin têkilî û hevkariya me bi hemû tîmên Kurdistanî re hebe. Têkiliyên me bi tîmên Herêma Kurdistanê re jî hene. Em dixwazin li Bakurê Kurdistanê jî saziyên girêdayî Dalkurdê vekin. Bila kurdên li vir Dalkurdê wek tîmeke ewropî bibînin û zarokên xwe bişînin Dalkurd ê. Em dixwazin zarokên kurd li Dalkurdê bilîyzin. Dalkurd ji bo zarok û ciwanên kurd şansek mezin e ku di tîmên Ewropayê de bilîyzin. Em dikarin li vir bi tîmên kurdî re akademiya futbolê avabikin. Em dikarin li ser gelek projeyên din bi hev re bixebitin. Ez hêvî dikim ku ew jî ji me dûr nînin. Em dixwazin tîmên wekî Cizrespor û Urfasporê sûd werbigirin, ew jî dikarin ji me sûd werbigirin. Ger bixwazin bi me re hevdîtinê bikin deriyê me her tim ji wan re vekirî ye.”

Têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re

Cîgirê Serokê Dalkurdê Welat Kiliçaslan diyar kir ku ew dixwazin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re peywendiyên fermî deynin û got: “Em wek Dalkurd dixwazin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re peywendiyên fermî çêbikin. Em dixwazin Herêma Kurdistanê Dalkurdê wek tîma xwe bibîne. Lê mixabin heta niha me civîneke fermî li gel Herêma Kurdistanê re nekiriye. Li Kurdistanê dibistaneke akademiyê ya Dalkurdê heye, lê zêde ne çalak e, em dixwazin wê jî aktîv bikin.”

"Ramazan Kizil serokê me yê fexrî ye"

Kiliçaslan, derheqê Ramazan Kizil de ku Serokê Dalkurdê yê berê bû, got: “Ramazan Kizil serokê me yê fexrî ye û tu carî xwe ji Dalkurdê dûr nexistiye û klubê jî ew ji xwe dûr nexistiye. Ramazan Kizil niha beşdarî civînên Dalkurdê dibe, di rêvebirina tîmê de cih digire û dê her tim berdewam bike. Di Dalkurdê de ti carî astengî li pêşiya Ramazan Kizil derneketiye û tiştekî wisa çênabe jî."