Wezîrê Pêşmerge: Piştî operasyonên Pêşmerge liv û tevgerên DAIŞê kêm bûne

Şoriş Îsmaîl tevî hejmarek rayedar û fermandarên hêzên Pêşmerge serdana sengerên hêzên Pêşmerge yên li Germiyanê kir.
Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl
Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl

Hewlêr (K24) – Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand; liv û tevgerên DAIŞê li sînorên ku Pêşmerge operasyon encam dane, kêm bûne û çend lijne ji bo rêkxistina sengerên Pêşmer hatine pêkanîn.

Şoriş Îsmaîl tevî hejmarek rayedar û fermandarên hêzên Pêşmerge serdana sengerên hêzên Pêşmerge yên li Germiyanê kir.

Wezîrê Pêşmerge di serdana xwe de li Kifrî civîneke çapemeniyê encam da û diyar kir: “Piştî operasyonên hêzên Pêşmerge li Germiyanê, liv û tevgerên çekdarên DAIŞê kêmtir bûne. Em hêvî dikin, em hevkarî û hemahengiya me ya ligel artêşa Iraqê heye, bihêztir bikin û ji DAIŞê re derfet nehêlin ku bi dilê xwe tevbigere.”

Îsmalî destnîşan kir: “Me çend lijne pêk anîne ji bo sengersazî û rêkxistina sengerên Pêşmerge. Serdana me ya îro jî ji bo vê yekê bû ku em ji bernameya ku me ji bo rêkxistina sengeran daniye, dilniya bibin û eger kêmasiyek hebe em bibînin.”

Li ser rêkxistina hêzên Pêşmerge, Şoriş Îsmaîl diyar kir: “Di proseya çaksaziya li nav hêzên Pêşmerge de, niha 20 lîwa di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de ne, herwiha Hêza Piştevanî ya 1 û 2 ser bi Wezareta Pêşmerge ne, ev prose gav bi gav tê cîbicîkirin û hemû hêz tevlî Wezareta Pêşmerge dibin.”

Wezîrê Pêşmerge destnîşan kir: “Du lîwayên hevbeş ku biryar e di navbera Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê de werin pêkanîn, pêkhateya wan temam bûye û hemahengî hatiye temamkirin, lîwayeke Wezareta Pêşmerge bo Wezareta Berevanî ya Iraqê hatiye veguhestin, Serokwezîrê Iraqê rizamendî li ser vê mijarê nîşan daye, em hêvî dikin demildest hêz li wan deveran dest bi kar bikin.”

Şoriş Îsmaîl eşkere kir: “Pêşmerge dê li wan deverên ku ji destê DAIŞê rizgar kirine, bimîne. Êdî operasyonên din jî dê çêbibin ji bo jinavbirina DAIŞê û parastina xelkê deverê.”