Baranê deriyên dibistanên Hewlêrê girtin

Baraneke xurt li Hewlêrê dibare û li hin cihan lehî rabûye û rê hatine girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber barîna baraneke xurt û ji şeva borî ve, lehî li hin cihên Hewlêrê rabûye û hejmarek ji riyan ji ber kombûna avê hatine girtin. Perwerdeya Hewlêrê jî îro betlane ragihand.

Rêveberiya Giştî ya Perwerdehiya Hewlêrê di daxuyaniyekê de mamoste û xwendekar hişyar kirin û ragihand, ji ber barana xurt û ji bo parastina selametiya xwendekar û mamosteyan, dibistan dikevin betlaneyê û ezmûnên xwendekaran jî nayên kirin.

Ji aliyekî din ve, Rêveberiya Giştî ya Çûnûhatinê ya ajokar û welatî agahdar kirin ku li hin rê û kolanên Hewlêrê û derdora wê lehî rabûye, ji ber wê divê welatî hewl bidin xwe ji cihên ku av kom bûye dûr bixin û riyên vekirî bi kar bînin.