Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîma Hewlêrê kir
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya serkeftina wan a îro ya di Lîga Super a Iraqê de, pîrozbahî li Serokê Tîma Hewlêrê kir.
Vê êvarê 9ê Sibata 2022yan, di Lîga Super a Iraqê de tîma Hewlêrê li Stada Franso Herîrî bi 3 golên bê beramber, tîma Mîna têk bir û di vê werzê de serkeftina xwe ya şeşemîn tomar kir.
Piştî bidawîbûna lîstikê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de bi rêya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw pîrozbahî li tîma Hewlêrê kir û Serokê Tîma Hewlêrê Welîd Areb axivî û destxweşî li serkeftina tîmê kir.
Tîma Hewlêrê di 6 lîstikên dawî de 5 serkeftin bi dest xistin û bi komkirina 24 puanan, di rêzbenda Lîga Super a Iraqê de di rêza 12an de ye.