Komeleyên Elewiyan daxwaza betalkirina fatûraya zêde ya ceyranê dikin

Komeleyên Elewiyan: Li îbadetxaneyên din çi tên kirin, bila heman tişt li me jî bê kirin
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê ji ber ku di yasayê de cemxaneyên Elewiyan wek di statûya îbadetxaneyê de cîh nagire li gor îbadetxaneyên din ên wek mizgeft, dêr û sînagogan miameleyeke cuda li cemxaneyan tên kirin. Yek ji wan jî fatûrayên ceyranê ye ku li îbadetxaneyên din gelek kêmtir tê birîn lê li cemxaneyan fatûrayeke zêde tê birîn. Gelek rêxistin û komeleyên Federasyona Elewiyan ji bo protestokirina vê polîtîkayê li Stenbolê kom bûn û serî li dadgehê dan da ku fatûrayên zêde li wan hatine birîn werin betalkirin.

Cemxaneyên li Tirkiyeyê ku di yasayên vî welatî de wek statûya îbadetxaneyê de cîh nagire ji gelek mafan bêpar dimîne ku ev jî dibe sedema nerazîbûna welatiyên Elewî yên li vî welatî.

Heqê av û ceyranên mizgeft, dêr û sînagog ku di yasayên Tirkiyê de wek îbadetxane tên dîtin, yan gelek kêmtir e yan jî para wan di ser bûdceya Serokatiya Karên Olî ve tên terxankirin. Lê cemxane yanê cîhê ku welatiyên Elewî tên cem hev îbadeta xwe dikin di yasayê de ne di statûya îbadetxaneyê de ye loma faturayeke zêde ya ceyranê li wan tê birîn.

Gelek rêxistin û Federasyona Komeleyên Elewiyan li Dadgeha Çaglayan a Stenbolê kom bûn, serî li dadgehê dan û amaje kirin neheqî li wan tên kirin loma ew ê heqê ceyranê dê nedin.

Serokê Federasyona Komeleyên Elewî Celal Firat ji K24ê re got: “Bila krîtera wekhevî were bicîhanîn û bo statûya îbadetxaneyê divê ne dewlet gelê Elewî biryarê bide. Em tenê dixwazin mialeyeke çawa li îbadetxaneyên din dikin bila heman miameleyê li me jî bikin. Eger dewlet wek welatiyê wekhev nêzîkî nabe bila ji me bac nestîne û me neşîne leşkeriyê jî. Nedayîna heqên me şermeke mezin e bo vê dewletê.”

Peywirdarê Cemxaneya Duzgun Baba li Dêrsim Cemal Can jî got: “Bila bi çavê tîcaretxaneyê li me nenihêrin. Cihê em tên cem hev cemxane ye û em tê da îbadeta xwe dikin. Lê ev fatûrayên zêde ya ceyranê nîşaneya neheqiyeke mezin e. Li îbadetxaneyên din çi tên kirin bila heman tişt li me jî bê kirin.”

Parêzer Nuray Aslaner da zanîn beriya niha dadgehên navdewletî biryar dane ku cemxane divê wek îbadetxane bê dîtin lê rayedarên Tirk guh nadin vê yekê.

Parêzer Nuray Aslaner dibêje: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û dadgeha herêmî ya li Tirkiyeyê jî biryar dane ku nedayîna statûya îbadetxaneyê bo cemxaneyan neheqeiyeke mezin e û divê ne dewlet kesên diherin cemxaneyê bila biryar bidin ka ew der îbadetxane ye yan na? Ji bo fatûrayên zêde werin betalkirin û li gor statûya îbadetxaneyê miameleyek bê kirin em serî li dadgehê didin.”

Li tevahiya Tirkiyeyê ji zêdeyî 100 cemxane serî li dadgehê dan da ku fatûraya zêde ya ceyranê werin betalkirin. Li hin cemxaneyan 30, li hinan jî 50 hezar lîreyê Tirkiyê faturaya ceyranê hatiye birîn.