Fermandarê HSDê li ser çalakbûna DAIŞê hişyarî da

"Divê bilez rêkarên pêwîst pêk bînin beriya ku çekdarên DAIŞê hejmûna xwe vegerînin."
ermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî
ermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî

Hewlêr (K24) – Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser çalakbûna rêxistina DAIŞê li navçeyê hişyarî da û diyar kir ku divê bilez rêkarên pêwîst pêk bînin beriya ku çekdarên DAIŞê hejmûna xwe vegerînin.

Mezlûm Ebdî ji ajansa nûçeyan a AP re ragihandiye: “Me çendîn car gotiye ku eger hewldanên xwe ji bo rûbirûbûna DAIŞê zêde nekin, ew ê cardin hejmûna xwe vegerînin û bihêz bibin.”

Ebdî li xwe mikur hatiye ku berpirsyarita êrîşa xwînavî ya meha borî ya li ser Girtîgeha Xiwêran a li Hesekê li stûyê HSDê ye û got: “Em di cîbicîkirina erk û berpirsyariya xwe de xemsar bûn, çimkî zanyariyên me yên îstixbaratê hebûn ku niyeta wan a encamdana êrîşê heye, me çend rêkar jî pêk anîn, lê piştre me şikest xwar.”

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî destnîşan kiriye: “Beşek berpirsyarî dikeve stûyê civaka navdewletî jî, divê berpirsyariya bi hezaram zindaniyên li girtîgehan û kampên ji aliyê HSDê ve têne birêvebirin, bigrin ser xwe, çimkî hîn jî metirsiyeke mezin a ewlehiyê tên dîtin.”

Mezlûm Ebdî eşkere kiriye: “Piştî êrîşa ser Girtîgeha Xiwêran, HSD rêkarên bilez ên ewlehiyê ji bo jinavbirina şaneyên razayî yên DAIŞê pêk anîn.”

Herwiha diyar kiriye: “Di çarçoveya wan rêkarên bilez de, hemû wan girtîgehên ku ewlehiya wan lawaz bûn û pêşbîniya êrîşa weke Girtîgeha Xiwêran dihat kirin, hatin valakirin û zindaniyên wan hatin veguhestin.”

Ebdî hişyarî da ku tevî kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî, DAIŞ hîn jî metirsiyeke mezin e, çimkî çekdarên wê rêxistinê bingeha nenavendî peyrew dikin û li gor rewşa deveran, taktîkên xwe diguherînin.