HAK-PAR: Rêbaza Mela Mistefayê Berzanî rêya rizgariya Kurdistanê ronî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivsingeha Rageyandin û Çapemeniyê a Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) bi boneya 43emîn salvegera koça dawiyê ya Mela Mistefa Barzanî peyamek belav kir û tê de ragihand; “Berzanî ji bo gelê Kurd wek kela berxwedanê û kela têkoşerîyê ye. Lewraye ku navê Berzanç di dîroka Kurdistanê de, bi herfên zêrîn hatîye nivsandin”

Peyama Nivsingeha Rageyandin û Çapemeniyê a Partîya Maf û Azadîyan:

Serokê nemirê miletê Kurd Mela Mistefayê Barzanî, berî 43 salan ji nav Kurdan koçebar bû, çû ber heqîya xwe.

Rêzdar Berzanî, di 76 sal jîyana xwe de, her tim dilê xwe da ber dilê Kurdistanê û di rêya azadîya Kurdistanê de, bê sekin û seqar, bi şev û roj, li deşt û çiya û zozanên Kurdistanê di sengerên parastina can û mal û şerefa Kurdan de cîh girt û heta axirîn nefesa xwe,tekoşîna rizgarîya Kurdistanê bi mêrxasî meşand.

Berzanî ji bo gelê Kurd wek kela berxwedanê û kela têkoşerîyê ye. Lewraye ku navê Berzanç di dîroka Kurdistanê de, bi herfên zêrîn hatîye nivsandin.

Mela Mistefa Berzanî sala 1903’an hate dinyayê. Ew hê du salî bu di sala 1905 an de, bi dayîka xwe re hate girtin û kete hepsa Diyarbekir. Mela Mistefa piştî dû salan di çar salîya temenê xwe de li Mûsilê disa kete hepsê. Berzanî cara diduyan di 29 salîya xwe de cereke din li Turkiyê, 1932 yan de, hate hepis kirin û du sal ma girtî. Sala 1919 yan çû hewara Şêx Mehmudê Berzencî. Berzanî sala 1920’an de bi Şêx Seid re pêwendî danî. Di sala 1930’yan de,xwe geyande çîyayê araratê û dest da destê İhsan Nûri Paşa.

Berzani,di sala 1946 an de dema ku li Mahabadê Komara Kurdistanê ava bû di gel hêza Pêşmergan vekişîya Mahabadê û bi biryara hikumeta Komara Kurdistanê bu fermanderê giştî yê leşkerên Kurdistanê. Piştî ku komara Kurdistanê hilweşîya Berzanî derbasî Rusyayê bû demeke dirêj li wir ma.

Sala 1958 an dema ku li Iraqê Evdilkerim Qasim hate ser kar, Berzanî 6’ê Êlûna sala 1958’an vegerîya Bexdayê. Hikumeta Qasim xweserîya Kurdistanê ilan kir û Berzanî bi şêweyek fermî wek nûnerê Kurdistanê qebûl kir.

Mixabin ku ev dem jî zêde ne ajot. Berzanî careke din berê xwe da çîya û dest bi şerê çekdarî kir.

Her wiha sala 1970 yan 1’ê adarê bû destpêka baharek nû ji bo gelê Kurdistanê. Xweserîya Kurdistanê careke din hate naskirin. Ev serketinek bi coş bû û di vê encamê de marifetên Berzanî nayê ji bîr kirin.

Mixabİn ku pişti peymana Iraq û Rusyayê, xweserîya Kurdistanê careke din têkçû û gelê Kurdistanê koçebar bû, kete nava zılm û zordarîyek bêhempa. Berzanî rêveberîya gelê xwe di van mercan de jî meşand û di dilê gelê Kurd de bû wekî hêvîyek.

Bi peymana Cezayir ji Berzanî serê xwe ne tewand û gelê Kurdistanê teslim nebu, li ber xwe da. Serhildana gelêrî a di bin serokatîya Mela Mistefa de, li Kurdistana başûr heta axirîn nefesa Berzanîyê nemir dewam kir.

Nemir Mela Mistefa sala 1979’an roja 1’ê Adarê jîyana xwe ji dest da û koçê dawî kir.

Berzanî, di dîroka Kurdan de navê berxwedan û serhildanê ye.

Barzanî di mejî û fereseta Kurdan de efsaneyek e.

Berzaniî kehle û binyata azadîya Kurdistanê ye.

Em wekî HAK-PAR Mela Mıstefayê Berzanî bi rêz û ihtirameke mezin bibîr tînin.