Liverpool û Bayern gihîştin çarîk-fînala Champions League
Navenda Nûçeyan (K24) – Liverpool li ser hesabê Inter Milan, Bayern Munich jî piştî serkeftina li ser Salzburg, derbasî qonaxa çarîk-fînala Champions League bûn.
Şeva borî di qonaxa 16 a Champions League Liverpool mêvandariya Inter Milan kir û tevî ku bi encama (0 - 1) têk çû, lê ji ber ku di lîstika çûnê de bi (2 - 0) bi ser ketibû, derbasî qonaxa çarîk-fînalê bû.
Gola tekane ya Inter Milan di xuleka (61) de bi riya lîstikvanê Argentînî Lautaro Martinez hat tomarkirin.
Di lîstika din jî, Bayern Munich mêvandariya Salzburgê kir û bi encameke mezin (7 - 1) bi ser ket û derbasî qonaxa çarîk-fînalê bû.
Golên Bayern Munich bi riya Robert Lewandowskiyê (hat trick), Thomas Muller (2 gol), Serge Gnabry golek û Leroy Sanê golek hatin tomarkirin. Gola Salzburgê jî bi riya Moritz Kierkegaard hat tomarkirin.
Îro jî du lîstikên din ên gera vegerê ya qonaxa 16 a Champions League tên lîstin: (Real Madrid - Parîs Saint-Germain) û (MAN City – Sporting)