Di maça Amedspor û Fenerbahçeyê de pevçûn derket

Di maça Amedspor û Fenarbahçeyê ya di Lîga Super a Jinan de alozî derket.

Diyarbekir (K24) - Di maça Amedspor û Fenarbahçeyê ya di Lîga Super a Jinan de alozî derket. Li gor îdiayan hejmareke lîstikvanên Fenerbaçheyê bi kelûpelên ji aliyê alîgirên Amedsporê ve hatine avêtin birîndar bûn.

Di 17mîn hefteya Lîga Super a Turkcell a Jinan de tîma Fenerbahçe û mêvana tîma Amedsporê.

Fenerbahçe di xuleka 90+8an de bi gola penaltiyê ya Kenya Cordner 2-1 Amedspor têk bir.

Lîstikvanên her du aliyan di deqîqeya 102yan de bi hev ketin. Li gor îdiyan ji trîbunan jî kevir û tiştên din hatin avêtin û hejmarek lîstikvanên Fenerbaçheyê birîndar bûn.

Piştî pevçûn bi dawî nehat hakem maç qedand.

Hêzên Polîsan midaxeleyî pevçûnê kîr û lîstikvanên Fenerbaçeyê ji stadê derxistin.