Meha Adarê wek Meha Kelepûra Kurdî li wîlayeteke Amerîkî hat naskirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê, ragihand, Serokê Şaredariya Nashville ya Wîlayeta Tennessee John Cooper, meha Adarê wek Meha Kelepûra Kurdî nas kir.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê li hejmara xwe ya tora civakî belav kir, John Cooper gotiye: “Şanaziyê bi wê dikim ku meha Adarê bi fermî wek Meha Kelûpera Kurdî rabigihînim.”
Destnîşan kir jî, cihê şanaziyê ye ku bajarê Nashville, mala hejmareke mezin a Kurdan e li Amerîka.