Japonya keçên Putîn û Lavrov dixe lîsteya sizayan

Wezareta Derve ya Japonê diyar kir, ceza li ser keçên Vladîmîr Putîn û jin û keça Sergey Lavrov tên sepandin
Wezareta Derve ya Japonê
Wezareta Derve ya Japonê

Navenda Nûçeyan (K24) – Japonya 398 kes xistin lîsteya sizayên li dijî Rûsyayê ku di nav wan de Maria Vorontsova, Katerina Tikhonova û Maria Lavrova hene.

Wezareta Derve ya Japonê diyar kir, ceza li ser keçên Vladîmîr Putîn û jin û keça Sergey Lavrov tên sepandin û mal û milkê wan tên cemidandin.

Wezaretê da zanîn, Tokyo li hember rewşa Ukraynayê, her du bankên Rûsî “Sberbank” û “Alfa Bank” xistine lîsteya cezayan dê danûstandinên bi wan re bêne qedexekirin.

Ji aliyekî din ve, ajansa nûçeyan “Kyodo” li ser zarê Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê Japonê Koichi Hagiuda ragihand, qedexekirina hinartina hin cureyên dar, hin makîneyan û alkolê ji Rûsyayê dê di 19ê Nîsanê de bikeve warê cibicîkirinê.

Ajansê li zarê Wezîrê Aborî û Bazirganiyê got: “Em ê bi civaka navdewletî re, di nav de jî welatên G-7, tedbîrên guncaw bigirin.”