Huda-Par: PKK herî zêde zirarê dide Kurdan

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu bertek nîşanî êrişên PKK yên li ser partiyên kurd û ENKSê da û got; PKK herî zêde zirarê dide kurdan.
Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu
Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu

Diyarbekir (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu bertek nîşanî êrişên PKK yên li ser partiyên kurd û ENKSê da û got; PKK herî zêde zirarê dide kurdan.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu, derbarê êrişên PKKê û aliyên ser bi wê ve yên li ser partî û rêxistinên kurdan li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Zekeriya Yapicioglu got; PKK, her dema ku fersendê dibîne bi êrişan dixwaze partî û rêxistinên kurdan ji nav bibe.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu amaje kir, PKK mafê jiyanê nade partî û rêxistinên ku ne wekî wê difikire û ne tenê li Sûrî; li Kurdistanê Iraqê jî wisa dike.

Yapicioglu wiha axivî: “PKK ya ku dibêje ew mafê kurdan diparêze zirara herî zêde dide kurdan, em hêvî dikin ku êdî ev rewş kurdan hişyar bike. Dema ku PKK fersendê bibîne dê êrişî partî û rêxistinên kurdan bike.”