Fermandarê HSD’ê bang li hikûmeta Şamê dike sînor li hemberî Tirkiyê biparêze

Ebdî: Tiştê ji dewleta Sûriyê tê xwestin ew e ku helwestê nîşan bide, ji ber ku di dawiyê de beşek ji axa Sûriyê rastî êrîşan tê û tê dagîrkirin
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bang li hikûmeta Sûriyê kir ku li hember gefên Tirkiyê, sînorên welatê xwe biparêze. Aşkere kir jî, Rûsya soz daye ku ew qebûl nake herêmên li Sûriyê di bin kontrola wê de ne rastî êrişa Tirkiyê bên.

Ebdî di hevpeyvîneke televizyonî de got: “Tiştê ku ji dewleta Sûriyê tê xwestin ew e ku helwestê nîşan bide, ji ber ku di dawiyê de beşek ji axa Sûriyê rastî êrîşan tê û tê dagîrkirin.”

Fermandarê HSDê aşkere kir: "Pêwendiyên me bi serkirdayetiya Rûsyayê re hene, ew jî me piştrast dikin ku ew êrîşên li ser herêmê qebûl nakin.”

Derbarê helwesta Amerîka de jî Ebdî destnîşan kir, ji bo rê li ber êrîşên dagirkeriya Tirk were girtin, pêwendiyên wan bi rayedarên Amerîkayê re berdewam in. Washington dikare di derbarê êrîşan de zelaltir be.

Fermandarê Giştî yê HSDê hişyarî li ser encamên êriş û operasyona Tirkiyê da û got ku, ew gefên Tirkiyê cidî dibînin.

Her wiha di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tirkiye ev 2 sal in ku dixwaze êrîşan pêk bîne, weke ku dewleta Tirk xeyal dike ne hêsan e. Dê şerekî xurt û demdirêj be û ew ê nikaribin serketinê tê de bi dest bixin û eger êrîşî herêmên me bikin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Ebdî diyar kir ku yê herî zêde sûdê ji aloziya Tirkiyê werdigire, rêxistina terorî DAIŞê ye, ku dê karibe rêzên xwe ji nû ve birêxistin bike.