"Erdogan ji bo hilbijartinan gefa operasyona li dijî Rojava dixwe"

"Tirkiye bi hinceta ewlehiya netewî behsa operasyonê dike, lê ti gefa ewlehiya netewî li ser Tirkiyê tune ye û ev tenê hincet in."

Hewlêr (K24) – Şîrovekarê Siyasî Ehmed Elî li ser gefên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir, Erdogan tenê ji bo berjewendiyên partiya xwe li dijî Rojava gefê dixwe.

Ehmed Elî ji bajarê Dusseldorf yê Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser gefên Tirkiyê yên li ser operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tenê ji bo berjenwendiyên partiya xwe yên ji bo hilbijartinan gefa operasyonê dixwe û got, opozîsyona Tirkiyê piştevaniya operasyoneke serbazî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê nake.

Elî destnîşan kir, Tirkiye bi hinceta ewlehiya netewî behsa operasyonê dike, lê ti gefa ewlehiya netewî li ser Tirkiyê tune ye û ev tenê hincet in.

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku ti welatekî zilhêz bi Tirkiyê re nîne.

Şîrovekarê Siyasî Ehmed Elî diyar kir, Rûsya û Amerîka ji ber daxwaza Erdogan a li ser pêkanîna operasyonekê, dikevin guvaşê, her du jî rewşa wan hesas e.