Li Berdereş jin û mêr di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest dan

Li ser rêya Rovya – Berdereşê, şeva borî di encama bûyereke trafîkê de jin û mêrekî bi temen, canê xwe ji dest dan.

Hewlêr (K24) – Li ser rêya Rovya – Berdereşê, şeva borî di encama bûyereke trafîkê de jin û mêrekî bi temen, canê xwe ji dest dan.

Bûyer şeva borî 16ê Hezîranê di demjimêr 23:30ê de rûda û herdu jin û mêr canê xwe ji dest dan û du kes jî birîndar bûn.

Li Herêma Kurdistanê ji ber bilez ajotin û pabendnebûna bi rêkarên hatûçûnê, rojane çendîn bûyerên trafîkê rû didin û ji ber wan bûyeran herjarek welatî dibin qurbanî.